Serdana Colanî ya ji bo Elmanyayê dê li Bonnê bê protestokirin

Hejmareke zêde ya rêxistinên demokratîk û nûnerên kêmneteweyan ên li Elmanyayê, li dijî plana serdana lîderê HTŞ’ê Ehmed el-Şara ya ji bo Elmanyayê, dê di 19’ê Rêbendanê de li bajarê Bonnê meşeke girseyî li dar bixin.

Plana hikûmeta Elmanyayê ya ji bo vexwendina lîderê HTŞ’ê û serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed el-Şara ku di 19-20’ê Rêbendana 2026’an de pêk were, rastî berteka rêxistinên demokratîk û nûnerên kêmneteweyan hat. Bi pêşengiya TJK-E û FED-MED a NRW’yê, gelek saziyan biryara çalakiya protestoyî li Bonnê girtin.

Gelek rêxistinên civakî û nûnerên kêmneteweyan ên li seranserê Elmanyayê, li dijî plana serdana El-Colanî ya Elmanyayê dê di 19’ê Rêbendanê de li Bonnê meşeke girseyî pêk bînin. Çalakiya protestoyî ji aliyê hevalbendiyeke berfireh ve ku nûnerên civakên etnîkî û olî yên herêmê di nav de ne, tê organîzekirin.

Saziyên ku organîzasyonê girtine ser xwe ev in:

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E)

FED-MED NRW e.V.

Hevalbendiya Parastina Kêmneteweyên Sûriyeyê (APSM)

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê

Meclîsa Siyasî ya Durziyên Ewropayê

Tora Diyasporaya Siweydayê

Sîwana Xwendekarên Kurdistanê

Di daxuyaniya hevpar a saziyan de hate destnîşankirin ku Ehmed el-Şara yê ku xwe wekî "serokkomar" dide naskirin, yek ji berpirsyarên rasterast ên êrîş û komkujiyên li dijî gelê Kurd, jinan û kêmneteweyên li Rojava ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêşwazîkirina kesekî ku navê wî bi sûcên şer derketiye bi protokola dîplomatîk li Elmanyayê, bi hiqûqa navneteweyî û prensîbên mafên mirovan re nagunce.

Di deklarasyona hatî amadekirin de, bang li hikûmeta Elmanyayê hate kirin ku ji vê biryarê vegere û bang li hemû derdorên demokratîk û kesên bi hestiyar hate kirin ku beşdarî protestoyê bibin.

Zanyariyên derbarê çalakiya protestoyê de:

Cih: Münsterplatz, Bonn

Dîrok: 19’ê Rêbendana 2026, Duşem

Saet: 17.00