Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên li Rojava û Rojhilat li bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî li dar xistin.
GIESSEN
Kurdistaniyên û komên hevgirtinê yên li bajarê Giessen ê Elmanyayê êrîşên li ser Rojava û komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin.
Meşa ku ji ber avahiya şaredariyê dest pê kir, heta Markt Platzê berdewam kir.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Elmanyayê, nûnerên Partiya Die Linke û DKP piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de peyamên "Hevgirtina bi Rojava re" û "Sivîl nayên hedefgirtin" dan.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çeteyên girêdayî HTŞ û DAÎŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin, êrîşî sivîlên Kurd dikin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku sivîl rasterast li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine hedefgirtin û bûyer wekî "provaya ji bo qirkirinê" bi nav kirin.
Girseyê bi tundî bêdengiya bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî rexne kirin û ji bo çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê gavên lezgîn û bavêjin hat xwestin. Hat diyarkirin ku divê welatên Ewropayê jî helwestek zelaltir li hember êrîşên li ser gelê Kurd nîşan bidin.
FREIBURG
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo balê bikşînin ser êrîşên li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan û meşek li dar xistin.
Çalakiya ku ji aliyê Meclisa Jinan a Nûda û Meclisa Gel a Freiburgê ve hate organîzekirin, nûnera Die Linke Freiburg Sarah Schnitzler, endamên Koma Solî ya Freiburg, nûnerên Komeleya Çandî ya Kurd a Freiburgê, nûnerê PYD’ê û gelek kes beşdar bûn.
Daxuyaniya ku li navenda Freiburgê hat dayin de nûnera Die Linke Freiburg Sarah Schnitzler, li ser navê Koma Solî ya Freiburgê axaftin ahtin kirin. Di çalakiyê de êrîşên li ser sivîlan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û hevgirtina xwe bi gelê herêmê re diyar kirin. Di axaftinan de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bêdeng nemînin.
Li ser navê Komeleya Çandî ya Kurd a Freiburgê Halîl Ozel axivî. Piştî axaftinan li navenda bajêr meşeke dirêj hat lidarxistin. Jin, ciwan kal û pîr jî di nav de ji 7 salî heta 70 salî beşdarî meşê bûn û bi dirûşmeyan piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re anîn ziman.
Di çalakiya ku bi armanca girêdana bi berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê re hat lidarxistin de ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd”, “Bijî berxwedana Eşrefiyê”, “Jin jiyan azadî” û “Rojava – Rojhilat – Kurdistan yek parçe ye” hatin berzkirin.
Çalakî bi peyamên girêdana bi gelên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Rojhilat re bi dawî bû.
HAMBURG
Bi hezaran kes li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji bo piştgiriya Rojava û Rojhilat meşiyan. Meşa ku ji aliyê Meclisa Gel a Hamburgê û Meclisa Jinan a Rojbîn ve hate organîzekirin, ji semta Altonayê dest pê kir û ji gelek rêxistin û partiyên siyasî piştgirî dan meşê.
Endama Meclisa Eyaleta Hamburgê ku Partiya Çep Hîla Latîfî di çalakiyê de axivî û vexwendina Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê El Colanî ji aliyê hikûmeta Elmanyayê ve bo Berlînê rexne kir û got ku ev "şerm" e. Latîfî anî ziman ku divê rêberekî cîhadîst ku bi sûcên şer tê nasîn bi xalîçeya sor neyê pêşwazîkirin.
Çalakvana jinan Anja Flach diyar kir ku li bakurê Sûriyeyê ji ber êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê pevçûnên tund diqewimin û bang li demokrasîxwaz û azadîxwazan kir ku derkevin kolanan.
Nûnerên KON-MED, PJAK, Hevgirtina Jinên Ewropayê, çalakvanek Sûdanî û gelek rêxistinên li Elmanyayê axaftin kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Rojava, Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hat berzkirin.
Di meşa ku beşdariyeke mezin a ji ciwanan pêk dihat, pankartek "Em amade ne ku li dijî kesên ku dixwazin azadiya me ji me bistînin bisekinin" hat hilgirtin û li semta Sternschanze fîşekên hewayî hatin teqandin. Çalakî bi banga beşdarbûna çalakiya ku wê roja Duşemê saet 4ê êvarê li ber Meclisa Hamburgê were lidarxistin bi dawî bû.
FRANKFURT
Li bajarê Frankfurtê yê eyaleta Hessen a Elmanyayê bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêçalakiyeke girseyî li dar xistin.
Girseya ku li ber Hauptbahnhof (Îstasyona Trenê ya Navendî) Frankfurtê bi pêşengiya Federasyona Kawa, TCŞ, TekoJin, YJK-E û rêxistinên din de kom bû. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de êrîş û komkujiyên çeteyên HTŞ’ê li ser gelê Rojava û bi taybetî li dijî herêmên Kurdan bi tundî hatin şermezarkirin.
Bi hezaran kes meşiyan û dirûşm berz kirin. Di meşê de, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Kujer Colanî" hatin berzkirin.
Meş heta Goetheplatzê berdewam kir û li wir daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Çalakî bi peyama "Berxwedana Rojava ne bi tenê ye" bi dawî bû.
KONSTANZ
Kudistanî û dostên wan li bajarê Konstanz ê ku li herêma Gola Constance ya li başûrê Elmanyayê ye, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî li dar xistin.
Di nav wan de Kurdistaniyên ji her çar beşên Kurdistanê û dostên Kurdan ên Elman jî hebûn zêdetirî 300 kes beşdarî çalakiyê bûn, Di çalakiya ku nêzî 3 saetan dewam kir de, girseya gel bi dirûşmeyan girêdana xwe ya bi Rojava re anîn ziman û her wiha bi dirûşmeyan dirûşmeyên HTŞ û serokê wê Colanî şermezar kirin.
Di axaftinan de bal kişandin ser yekitiya gelê Kurd. Girseyê bi dirûşmeyan piştgirî da axaftvanan.
Di çalakiyê de zêdetirî 200 belavokên têkildarî êrîşên li ser Rojava hatin belavkirin.
BIELEFELD
Li Bielefeld ê Elmanyayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî hat lidarxistin. Saziyên Kurd, rêxistinên Elewî, Êzidî û Asûrî, komên çepgir ên Elman û SPD jî di nav de ji hêla 19 rêxistinan ve hat organîzekirin.
Meş saet di 4:30ê piştî nîvro de li ber Îstasyona Trenê ya Bielefeldê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û heta Qada Jahnplatzê berdewam kir. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Çalakî li qadê veguherî mitîngê. Di axaftinên mtîngê de hevgirtina bi gelên Rojava û Îranê re hat nîşandan, di heman demê de êrîş û komkujiyên HTŞ û Îranê bi tundî hatin şermezarkirin. Çalakî bi bangên hevgirtinê bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Kurdistanî û dostên wan li Saarbruckenê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û Rojhilat meş û mitîngli dar xistin. Meş li Landwehrplatzê dest pê kir û bi mitîngekê bi dawî bû.
Meş û mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Nûnerên Meclisa Herêmî yên Die Linke, MLPD, Conet û malbatên şehîdan axaftin kirin. Di axaftinan de êrîşên li ser Rojava û Rojhilat şermezar kirin û banga hevgirtinê bi gelê Kurd re kirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên” Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Rojhilat", "Bijî Rêber Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin.
Girseyê hem peyamek piştgiriyê ji gelê herêmê re şand û hem jî bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemînin.
TRIER
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Trier ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li dijî sivîlên li Rojava û Rojhilat mitîngek li dar xistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Axaftvanan diyar kirin ku DAÎŞ, HTŞ û rejîma Îranê hemû berhemên heman îdeolojiyê ne, îdeolojiyek ku xwedî komkujî, tecawiz û dermirovahiyê ye. Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku li hember binpêkirinên mafên mirovan li Rojava û Rojhilat bêdeng nemînin.
Çalakî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava û Rojhilat" bi dawî bû.
Li gelek bajaran çalakî berdewam dikin.