BI DÎMEN

Li Marsilyayê ji bo Rojava çalakiya zincîra mirovî hate li dar xistin

Li bajarê Marsilya yê Fransayê, bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û Helebê, daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî û çalakiya zincîra mirovî li dar xistin.

Li bajarê Marsilya yê Fransayê, bi tevlîbûna bi hezaran kesan li dijî êrîşên li ser Rojava û Helebê daxuyaniyeke girseyî ya çapemeniyê û çalakiya zincîra mirovî hate lidarxistin.Bi beşdariya Kurdên li Marsilyayê û dostên wan ên Fransî, çalakî ji saetên nîvro ve li Meydana Canebière ku xala navendî ya bajêr e, dest pê kir.

Çalakgeran dowîzên ku komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê şermezar dikin, hildan. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên “Défend Rojava”, "Terorîst Colanî", “Marseille Solidarité Kurdistan”, “Ji Cizîrê heta Helebê em bi me serbilind in” û “Le courage des femmes éclaire l’ombre, leur résistance change le monde” (Wêrekiya jinan tariyê ronî dike, berxwedana wan cîhanê diguherîne) hatin vekirin.

Bi hezaran kesên ku qad dagirtin, ji bo bîranîna şehîdên Helebê û hemû şehîdên Kurdistanê deqeyekî rêz girtin û piştre sirûda neteweyî ya Kurdistanê "Ey Reqîp" xwendin. Piştî bîranîn û axaftinan, çalakgeran bi dowîzên di destên xwe de li dirêjahiya kolanê nêzî pênc kîlometreyan zincîreke mirovî çêkirin û peyama piştevaniya bi Rojavayê re dan.

Di mîtîngê de Hevserokê Federasyona Komunên Demokratîk a Başûrê Fransayê (FKDK-BF) Yilmaz Serhat axivî û di kesayetiya Şehîd Ziyad de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî. Serhat diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û li seranserî Rojava li dijî gelê Kurd “lîstikên qirêj” tên lîstin û destnîşan kir ku berxwedana Helebê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Serhat anî ziman ku ev berxwedan wê bi rizgarkirin û azadiya Rojava bi encam bibe û Kurdên li derveyî welat dijîn jî wê bi hemû hêza xwe piştgirî bidin vê têkoşînê.

Yilmaz Serhat anî ziman ku ew ê xwedîderketina li gelê Rojava û Rojhilat bidomînin û got: “Em li bendê ne ku tu hêz alîkariya me bike. Bêyî ku em xwe bispêrin kesî, em ê bi xwe çareseriya xwe biafirînin. Di dawiya vê pêvajoyê de em ê teqez bi ser bikevin.”

Di dawiya çalakiyê de bi zimanên Fransî û tirkî daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê piştî dorpêça bi hefteyan, ji aliyê çeteyên girêdayî HTŞ’ê ve bûne armanc; di êrîşan de sivîlan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes birîndar bûne û gel bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin. Hate diyarkirin ku daxuyaniya "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê" ya ku van taxan weke "herêma leşkerî" ragihandiye, êrîşên li ser sivîlan rewa dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku destpêkirina êrîşan yekser piştî hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD/FDS) re, peyameke siyasî ye û armanca wê sabotekirina dibetiya çareseriyeke demokratîk û piralî li Sûriyeyê ye. Hate destnîşankirin ku ev polîtîka ne tenê Kurdan, di heman demê de azadiya jinê û jiyana wekhev û aştiyane ya gelan jî dike armanc.

Her wiha di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam dikin; zextên giran, girtin û şehîdbûna bi hezaran mirovan hate şermezarkirin. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bang hate kirin ku li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin, derkevin kolanan û piştevaniya navneteweyî mezin bikin.

Çalakgeran bang li saziyên navneteweyî û bi taybetî li Yekîtiya Ewropayê kirin ku ji bo parastina sivîlan gavên berbiçav biavêjin û ji bo parastina destkeftiyên li Rojava berpirsiyariyê bigirin ser xwe.