Li Swîsreyê banga ji bo mezinkirina berxwedana li dijî êrişan
Li bajarên Basel û Churê Kurdistanî daketin qadan û diyar kirin ku şoreşa Rojava bi tenê nîne. Ji bo mezinkirina berxwedanê jî bang kirin.
Li bajarên Basel û Churê Kurdistanî daketin qadan û diyar kirin ku şoreşa Rojava bi tenê nîne. Ji bo mezinkirina berxwedanê jî bang kirin.
Êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta veguhêz li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, li bajarên Basel û Chur ên Swîsreyê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi banga Komîteya Rojava ya Baselê Kurdistanî li gel dostên xwe li Claraplatzê li hev kom bûn û li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek lidar xistin. Meşê bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" destpê kir û li ber sirûdan heta bi Volta Spielplatzê dewam kir.
Li vê derê bi navê Komîteya Rojava ya Swîsreyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin, işaret bi êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê hate kirin û hate ragihandin ku têkoşîn wê dewam bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dest jê bernadin, gaveke bi tenê jî bi paş ve neavêjin. Têkoşîn wê ji nû ve bi rêxistin bibe, berxwedan wê li Ewropayê mezin bibe."
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
CHUR
Li bajarê Chur ê Swîsreyê Kurdistanî li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev kom bûn. Di çalakiyê de berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku dawî li bêdengiya xwe bîne.
Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran anî ziman ku êriş bi rêk û pêk in û ji bo têkbirina ziman û nasnameya gelê Kurd e. Başaran diyar kir ku mejiyê DAÎŞ'ê îro bi navê cuda careke din tê bikaranîn.
Ayşe Acar Başaran ragihand ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin, lê belê saziyên navneteweyî li hemberî van êrişan bêdeng man û vexwendina Colanî li Elmanyayê rexne kir.
Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tenê nînin" bi dawî bû.