Li bajarên Aurich, Leipzig ve Aschaffenburg ên Elmanyayê, bi armanca piştevaniya bi Rojava re meş û mitîng hatin lidarxistin.
AURICH
Li bajarê Aurichê bi beşdariya sedan kesan, meşek hate lidarxistin. Di meşê de li ser navê Meclîsa Jinan a Zelal û partiya Die Linke axaftin hatin kirin. Çalakî di saet 16:00’an de destpê kir û heta navenda bajêr dewam kir.
LEIPZIG
Li Leipzigê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig) mitîng hate lidarxistin. Di mitîngê de piştevanî ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate dayîn.
Dostên Elman û navneteweyî yên Kurdan jî beşdarî çalakiyê bûn. Partiya Die Linke jî piştgirî da çalakiyê. Mitîng piştî nîvro di saet 15:30’an de li Leipzig Rabettê destpê kir. Piştre bi meşa heta stasyona trenê bi dawî bû. Nûnerê komaletê Cengîz Toy di çalakiyê de axivî.
ASCHAFFENBURG
Li Aschaffenburgê bi tevlîbûna bi dehan Kurdistanî û dostên wan, komkujiyên li Rojava û Rojhilat hatin protestokirin. Girseya ku li pêşiya avahiya şaredariyê li hev civiyan, bi mitîngêkî bertek nîşanî êrîşan dan.
Di axaftinên mitîngê de, di serî de kesên li berxwedanên Heleb, Rojava û Rojhilat hatin qetilkirin, hemû şehîd hatin bibîranîn û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hate xwestin.
Di axaftinan de îşaret bi êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê yên li ser Durzî, Elewî, Kurd, Xirîstiyan, Êzidî û kêmenetewên din hate kirin. Hate destnîşankirin ku ev êrîş sûca li dijî mirovahiyê ye û hate gotin ku çeteyên HTŞ’ê û dewleta Îranê heman zîhniyeta komkujiyê temsîl dikin.
Her wiha hate destnîşankirin ku îradeya berxwedanê ya gelê Kurd neyê şikandin û hêzên ku êrîşan pêk anîne, ji têkoşîna şehîdan ditirsin.
Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.