Bertekên Kurdistanî û enternasyonalîstên li Swîsreyê, li dijî êrîş û komkujiyên li ser taxên Kurd û Suryaniyan li Helebê yên ji hêla çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û di bin kontrola dewleta Tirk de ne pêk tên berdewam dikin. Di çarçoveya çalakiyan de îro li Basel, Lozan û Sionê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyna de dirûşmeyên "Qatil Colanî, qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
BASEL
Kurdistanî û enternasyonalîstên li bajarê Basel ê Swîsreyê li ser banga rêxistinên ciwanên Kurd li Barfusserplatzê kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Gelek siyasetmedarên Swîsreyî jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan gel.
Di çalakiyê de ji bo kesên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di berxwedana xwe de şehîd bûn, deqeyek rêz hat girtin û mûm hatin vêxistin. Çalakvana Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) Ozen Aytaç daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend. Ozen Aytaç êrîşên li Helebê şermezar kir û got, "Em hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin, bi taybetî Fermandar Ziyad Helep, ku jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kir. Parastina Rojava erkê her kesî ye."
Siyasetmedara Kurd Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku gelê Kurd di her şert û mercî de li ber xwe daye û got, "Yên ku difikirin ku ew dikarin me tune bikin, bila li berxwedana Şêxmeqsûd binêrin. Kurdistan yek e, divê em vê yekîtiyê xurt bikin."
Girseya ku bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" meşiya, li ber Meclîsa kantona Baselê daxuyaniyek da. Parlamentera kantona Baselê ya Partiya BastA Franziska Stier piştgiriya darayî ya ku ji hêla Swîsre û Yekîtiya Ewropayê ve ji hikûmeta Colani re tê dayîn rexne kir û diyar kir ku ev polîtîka wekî qirkirina li dijî gel vedigerin.
Meşa ku heta Claraplatzê berdewam kir, parlamenterê Partiya Lîberal a Kesk a Baselê (GLP) Bulent Pekerman, parlamentera SP’ê Edîbe Golgelî û Seroka SP’ê Baselê Julia Baumgartner jî beşdarî çalakiyê bûn. Baumgartner diyar kir ku ew ê timî bi gelê Kurd re di nava hevgirtinê de bin. Edîbe Golgelî tekez kir ku Kurd ji ber zilmê bi salan wekî penaber dijîn.
Çalakî bi banga meşa navendî ya ku sibê li Helvetiaplatz li Zurîhê were lidarxistin bi dawî bû.
LOZAN
Çalakiya li Lozanê ji hêla Konseya Jinan a Lajin ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de şer, komkujî û tundiya sîstematîk a li dijî jinan li Sûriye û Îranê protesto hat protestokirin. Di axaftian de bertek nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî hat dayin û banga hevgirtinê û têkoşînê kirin.
Enternasyonalîst Lia li ser navê Meclisa Jinan a Lajinê daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend. Lia diyar kir ku rejîmên otorîter û mezhebî sivîlan hedef digirin û bombebaran, revandin û qetilkirin bûne tiştekî asayî. Lia destnîşan kir ku di du hefteyên dawî de li Sûriye û Îranê êrîş zêde bûne û anî zimanr ku tundiya zayendî ya li dijî jinan amûrek şer a hişmendî ye.
Endamê Partiya Karkerên Lozanê (POP) Julien Schwab diyar kir ku dewletên Rojavayî gelê Kurd terikandine û got, "Em baweriya xwe bi nirxên gerdûnî yên Rojava ku gelê Kurd ê ku hevlabendên herî pêbawer in terk kiriye, naynin.”
Herî dawî endama Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) Hatice Kandal axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Rojava gelê Kurd neçar dike ku her tim hişyar be û bêdengiya aktorên navneteweyî rexne kir. Piştî axaftinan, çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.