BI DÎMEN

Êrîşên li ser Rojava li Essenê hatin protestokirin

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, bi pêşengiya TCŞ û Meclîsa Gel a Essenê, HTŞ, dewleta Tirk û rejîma Îranê hate protestokirin û berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin.

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Gel a Essenê hate lidarxistin, her wiha zext û komkujiya rejîma Îranê li ser Rojhilat û seranserê Îranê hatin protestokirin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Rêxistinên ciwanan ên navneteweyî ku ANTIFA û Solidaritatsnetzwerk jî di nav de bûn, piştgirî dan meşê.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li Stastona Trenê ya Navendî ya Essenê li hev civiyan, berxwedana gel a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê silavkirin. Di meşê de dirûşmeyên “Defend Rojava! Stand up for Rojava”, “Wir sterben fur Gleichberechtigung, Menschenrechte und Demokratie! Und wofur stehst du Berlin?” hatin berzkirin. Her wiha pankartên ku wêneyên Şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî li ser bûn û alên YPJ û Rojhilat hatin hilgirtin.

Di axaftina li ser navê Meclîsa Gel a Essenê de îşaret bi çalakiya fedayî ya şehîd Ziyad Heleb hate kirin û hate destnîşankirin ku gelê Kurd wê teslîm nebe.

Hate bi bîr xistin ku hêzên Kurd beriya 10 salan li dijî DAÎŞ’ê, li ser navê mirovahiyê têkoşiyane û bang li dewletên Ewropayê bi taybet Elmanyayê hate kirin û wiha hate gotin, “Eger îro li Ewropayê bombe nateqin, ev bi saya şervanên YPG û YPJ’ê ye. Colanî yê li Berlînê tê pêşwazîkirin, terorîst e. Anîna wî ya li wir, rewakirina komkujiyan e.”

Girseyê ku piştî axaftinan dest bi meşê kir, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhilat” û “Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berzkirin.

Piştre di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê de, êrîşên HTŞ’ê yên li ser Kurdistanê hatin protestokirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana Îran û Rojhilat dewama serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ye û hate bilêvkirin ku gelê Kurd bi salan in bi dayîna berdêlan li ber xwe dide.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Rojhilat” bi dawî bû.