Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK), li Mizgefta Feqiyê Teyran piştî nimêja înê ji bo şehîdên Helebê nimêja cenazeyê ya xiyabî hate kirin. Piştî nimêjê cemaat li ber Navenda Dêra Belle de Mai hatin cem hev û li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Meleyê Mizgefta Feqiyê Teyran Mele Ebdurrahman daxûyanî xwend û êrîş û komkujiyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar kir. Ebdurrahman got: “Îro li Rojava, li Helebê, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jin û zarokên Kurd ên mazlûm tên qetilkirin. Yên ku van komkujiyan dikin, zalimên ku maskeya Îslamê li rûyê xwe kirine.”
Mele Ebdurrahman bal kişand ser Sûreya Rûm a Qurana Pîroz û destnîşan kir ku Îslam li gel mazlûm, jin û zarokan e, û silavên xwe ji gelê Rojava yê ku li ber xwe dide re şand. Ebdurrahman bang li alimên Îslamê, pêşengên baweriyê, ronakbîr û welatên Îslamê kir û diyar kir ku nabe li hemberî vê wehşetê bêdeng bimînin.
Di daxûyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku êrîşên DAÎŞ û HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk bi navê Îslamê pêk tînin, tu têkiliya wan bi Îslam û Misilmaniyê re nîn e.
Di dema daxûyaniyê de girseyê panqartên bi nivîsên “Defend Rojava”, “Free Kurdistan”, “Em hemû QSD ne” û “Bijî Berxwedana Rojhilat û Rojava” hildan.