SP û JUSO ji bo Helebê kampanya dan destpêkirin

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) û rêxistina wê ya ciwanan JUSO bal kişandin êrîşên li ser sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ji bo Konseya Federal a Swîsreyê bikeve nava liv û tevgerê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) û rêxistina wê ya ciwanan JUSO li dijî êrîşên komên çete yên hikûmat demkî ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike yên li ser sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Li ser dîjîtalê jî dikarin kampanyayê îmze bikin.

Daxuyaniya ku bi sernavê "Parastina kêmnetewe û sivîlan li Sûriyeyê - Divê Swîsre bikeve nava liv û tevgerê!" hat weşandin, balê dikişîne ser zêdebûna pevçûnên li Sûriyeyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka Çileya 2026’an vir ve, li Helebê şerên dijwar di navbera komên cîhadîst ên ku li ser navê artêşa Sûriyeyê şer dikin û hêzên Kurd de qewimîne, bi hezaran sivîl neçar kirine ku birevin û bi deh hezaran kes koçber bûne. Hat diyarkirin ku di nav de jin û zarok jî hene gelek sivîl  jiyana xwe ji dest dane. Di danezanê de hate destnîşankirin ku pevçûn rê li ber felaketên mirovî vedikin.

Berfirehkirina alîkariya mirovî ya ji bo hemû sivîlan, bi taybet ji bo kesên hatine koçberkirin û pêkanîna pêwîstiyên wan ên bingehîn,

Ji bo sivîlan çêkirina korîdor û qadên bi ewle, mîsogerkirina gihîştina bê astengî ya saziyên alîkariyê yên mirovî,

Divê Swîsreyê ji bo aştî û kêmkirina rageşiyê di qada dîplomasiyê ya navneteweyî de rolekî çalaktir bigre ser xwe,

SP û JUSO’yê bi rêya kampanyayê armanc dike ku raya giştî ya Swîsreyê û saziyên siaysî li hemberî komkujiyên li Helebê berpirsyariyê bigrin.

Hûn dikarin ji lînka jêrin xwe bigihînin kampanyaya îmzeyan: