BI DÎMEN

Li kolanên Ewropayê dirûşma Jin, Jiyan, Azadî deng veda

Li gelek bajarên Ewropayê, Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava û Rojhilat derketin kolanan. Di çalakiyên ku ji Viyanayê heta Londonê hatin lidarxistin de, rejîma Îranê û polîtîkayên şer hatin protestokirin; dirûşmeya hevpar "Jin, Jiyan, A

Li bajarên cuda yên Ewropayê, Kurdistanî û dostên wan bi mebesta protestokirina êrîşên li Rojava û Rojhilat û mezinkirina piştevaniya bi gelên herêmê re, meş û mîtîng li dar xistin. Di çalakiyên ku li gelek bajaran pêk hatin de, dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" derket pêş.

VIYANA

Li paytexta Awisturyayê Viyanayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li Rojava û Rojhilat mîtîngek li dar xistin. Çalakiya ku bi organîzekirina hevpar a komeleyên DEM Kurd û Javaneh li ber Dêra Stephansdomê pêk hat, bi sedan kes beşdar bûn.

Di mîtîngê de alên PJAK, YPG û YPJ’ê hatin hildan û qad bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” olan da. Endamê Koma Hevpeymaniya Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Andreas Schieder jî beşdarî çalakiyê bû.

Schieder êrîşên li ser Rojavayê bi gotinên tund şermezar kir û bang kir ku êrîşên li ser gelê Kurd demildest werin rawestandin. Schieder bal kişand ser mafên mirovan, demokrasî û mafê gelan ê diyarkirina jiyana xwe ya azad; her wisa bal kişand ser protestoyên li Îranê û got: “Divê Yekîtiya Ewropayê vê rejîmê bixe lîsteya terorê.”

Li ser navê Civaka Kurd a Awisturyayê FEYKOM’ê, Gulîstan K. axivî û diyar kir ku berxwedana li Îran, Rojhilat û Rojava hemû mirovahiyê têkildar dike. Gulîstan K. bal kişand ser protestoyên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an vir ve li Îranê berdewam dikin û got ku jin û ciwan di refên herî pêş ên berxwedanê de ne.

Gulîstan K. wiha got: “Li Rojavayê gelan modelekî demokratîk, piralî û li ser bingeha gel ava kir. Lê belê ev model bi êrîşên leşkerî, dagirkerî û îzolasyona siyasî her tim di bin gefê de ye. Her çend şert û mercên Rojava û Rojhilat cuda bin jî, ew bi daxwazeke hevpar bi hev ve girêdayî ne: azadî, dadwerî û jiyaneke bi rûmet. Azadî nayê parvekirin, dadwerî sînoran nas nake.”

Parlamentera Partiya Keskan Heidi Sequenz jî di axaftina xwe de diyar kir ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” li Îranê rastî bersiveke xurt hatiye û li dijî komkujiyên li Rojava banga piştevaniya navneteweyî kir.

HELSINKI

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî mîtîngek girseyî ji bo piştgirîya serhildana gel a li dijî rejîma Îrane hat lidarxistin. Çendîn rêxistinên çep û pêşverû di nav wan NCDK, PJAK û Komele jî hebûn tevlî çalakiyê bûn. Temaya çalakiyê dîsan, “Jin, Jiyan, Azadî” bû.

Daxuyaniyên rêxistinan ji bo piştgirîya serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin dayîn û bê navber dirûşmeyên li dijî desthilata Îranê hatin qirîn. Çalakî heya du demjimêran domkir.

LORIENT

Li bajarê Lorient ê Fransayê, Kurdistanî, endamên Navenda Çanda Elewiyan a Morbihanê û dostên wan ji bo protestokirina komkujiyên li Helebê û nîşandana piştevaniya bi gelên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re mîtîngek li dar xistin.

Çalakiya li Meydana Place Aristide Briand bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di êrîşên dawî de şehîd bûn dest pê kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku êrîşên komên HTŞ’ê yên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve li Heleb û derdora wê yên li dijî kêmneteweyan, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dema li Tirkiyeyê gotinên ‘xwişk-biratî’ û ‘aşitî’ bilind dibin, li Rojava bi qêrînên şer aşitî nayê avakirin. Bi polîtîkayên şer mirov nikare qala aşitiyê bike. Li cihê ku çek diaxivin û gel dibin armanc, xwişk-biratî tenê wekî gotinekê dimîne. Aşitiya rastîn; ne bi şer, lê bi dadwerî, wekhevî û rêzgirtina li vîna azad a gelan pêkan e.”

Dema ku bêdengiya civaka navneteweyî hate rexnekirin, bang li hêzên gerdûnî û di serî de li Yekîtiya Ewropayê hat kirin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Di mîtîngê de Ziyad Heleb û hevrêyên wî yên ku di berxwedana Helebê de şehîd bûne hatin bîranîn û hate gotin ku ev nav ne tenê kes in, lê nûnerên rûmet û têkoşîna azadiyê ya gelekî ne ku serî natewîne. Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat” û “Jin, Jiyan, Azadî” û bi gerandina govendê bi dawî bû.

LONDON

Li paytexta Înglandê Londonê, bi pêşengiya Navenda Diyaloga Kurd a ku ji rêxistinên Rojhilat pêk tê, li dijî êrîş û komkujiyên rejîma Îranê yên li ser gel, li Meydana Trafalgarê mîtîngek girseyî hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi hezaran Kurdistanî beşdar bûn de, alên Kurdistanê û flama yên tevgerên siyasî yên Kurd hatin hildan. Girseya gel dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji azadiyê re erê, ji rejîma melayan re na”, “Ne rejîma şah ne rejîma Îslamî ya dîktator; Kurdistana azad, Îrana azad” berz kirin.

Piştî mîtîngê, beşdaran bi aleke mezin a Kurdistanê û pankarta “Dawî li şerê li dijî Kurdan bînin. Ji bo Kurdistana azad rabe ser piyan, Rojhilat û Rojava azad bike” ber bi avahiya Serokwezîriyê ve meşiyan. Di refên pêş ên meşê de jinan cih girt û wêneyên Jîna Amînî û jinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin hatin hildan.

Mîtînga li ber avahiya Serokwezîriyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Daxuyaniya hevpar a partî û rêxistinên siyasî yên pêkhateyên Navenda Diyaloga Kurd hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîma Îranê bi hezaran kes ku jin û zarok jî di nav de ne qetil kirine, bi deh hezaran kes girtine û binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk anîne. Hate diyarkirin ku rejîm bi taybetî li Kurdistanê destûrê nade malbatan ku cenazeyên kesên di protestoyan de jiyana xwe ji dest dane bispêrin axê.

Di daxuyaniyê de banga li civaka navneteweyî hat kirin û hat gotin ku divê rejîma Îranê hesab bide; hikûmet, saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hatin vexwendin ku gavên berbiçav biavêjin. Daxuyani bi dirûşmên “Bijî Kurdistan” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. Mîtîng bi xwendina peyamên silavkirina berxwedana gelê Belûcîstanê û bangên piştevaniyê yên tevgerên Kurd bi çepik bi dawî bû.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborg ê Swêdê di çalakiya piştevaniyê de peyamên piştgiriyê ji bo çalakiyên gel ên li Îranê hatin dayîn. Di axaftinên çalakiyê de polîtîkayên zext, xizanî û neheqiyê yên rejîma Îranê bi tundî hatin rexnekirin.

Di çalakiya ku bi beşdariya aktîvîstên PJAK, Komala û komên jinan ên çepgir ên Îranî pêk hat de, axaftvanan diyar kirin ku hişmendiya pûç a rejîma Îranê welat xistiye nav krîzeke kûr. Zilm, nemafî û bêdadwerî hate şermezarkirin û hat gotin ku tiştekî rêveberiya heyî nemaye ku bide gelên Îranê.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku desthilatdariya Îranê pirsgirêkên li welat her tim wekî “lîstika hêzên derve” nîşan dide, lê ev yek di çavê civakê de êdî baweriya xwe winda kiriye.

Li ser navê PJAK’ê jî axaftinek hate kirin û hat gotin ku serhildanên hemû gelên li Îranê û di serî de gelê Kurd, wê riya azadî û rizgariyê veke. Çalakî bi banga xwedîderketina hêzên pêşverû û demokratîk ên cîhanê li çalakiyên gel ên li Îranê û mezinkirina piştevaniyê bi dawî bû.

REIMS

Li bajarê Reims ê Fransayê, komkujiyên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê ji aliyê malbatên şehîdan û gelê welatparêz ve hatin protestokirin. Bi sedan kesên ku li ber Garê ya Navendî ya Reimsê kom bûn, bi dirûşmên “Gelê Rojava ne bi tenê ye” di kolanên qelebalix yên bajêr de meşiyan.

Çalakiya ku nêzî 500 kes beşdar bûn, bi rêzgirtina ji bo sivîlên jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Endamê Komeleya Arîn Mîrkan, Galîp Sonmez di axaftina xwe de bal kişand ku bûyerên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê beşek ji polîtîkayên tunekirinê yên li dijî gelê Kurd in.

Di dema meşê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Pankartên ku jinan hildan û alên ku zarokan dihejandin coşeke mezin da çalakiyê. Meş bi beşdariya endamên Partiya Sosyalîst a Fransayê li Meydana Place D’Erlon bi dawî bû. Di daxuyaniyên hatin xwendin de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyên sivîlan ên li Rojava hate rexnekirin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awisturyayê, li dijî komkujiyên li Rojava, Rojhilat û Îranê çalakiya “zincîra mirovî” ya girseyî hate lidarxistin. Gelek kes û derdorên demokratîk, di nav de Rojava Defense, gelê Îranê û saziyên sivîl, Navenda Kurd a Demokratîk a Grazê û rêxistinên ciwanên komunîst beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiya ku nêzî du demjimêran dom kir, bi dirûşman bi dawî bû. Beşdaran bang kirin ku piştevaniya bi gelan re were mezinkirin.

BRUKSEL

Bi sedan Kurdistaniyên ji her çar parçeyên welat, bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd li Rojava û êrîşên hovane yên rejîma Îranê çalakiyeke girseyî pêk anîn. Di çalakiya ku di saet 14:00’an de li Qada Saint-Gilles hat lidarxistin de gelek sazî û dezgehên ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê peyamên xwe dan.

Li ser navê Şoreşa Rojava wiha hate gotin: “Rastiya Şoreşa Rojava, di kesayetiya gelê Kurd de tê naskirin. Gelê Kurd bûye hêzeke guhertin veguhertina jiyana rasteqîn. Lewma jî ew hêzên tarî bi alîkariya Tirkiyê, Colanî ya ku heya duh kes bi hebûna wî jî nedizanî, îro bi erka DAÎŞ’ê radibe, heman tiştan dike. Gureke ku qetiye qilifa mirovan. Israra wan a li ser nûjenkirina rejîma Baas bi awayeke îslama radîkal e. Dixwazin gelê Kurd li derveyî dîroka ku ji nûve tê nivîsandin, bihêlin. Di kesayetiya berxwedêr a şehîdên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dixwazin gelê Kurd li tevayî rojava ji qirkirinê re derbaz bikin. Îro ji her demê pêwîstiya Kurdan bi yekitiya netewî bi nasnameyeke azad heye.”

Li ser navê sazî û dezgehên li Belçîka Hazim wiha got: “Em îro bi armanca piştgîriya Şoreşa Rojava û gelê me yê li Rojhilat li vir kom bûne. Em vê zihniyeta ku ji her hêlê ve êrîşî Kurdan dike, ji berê ve nas dikin. Ji Şirnexê, ji Cizîra Botan nas dikin. Kiryarên wan a di wan bodruman de nas dikin.”

Her wiha li ser navê sazî û dezgehên ji Rojhilatê Kurdistanê bi taybet KJAR û PJAK’ê jî peyam hatin pêşkêşkirin ku naveroka xwe wiha ye: “Em weke PJAK û KJAR’ê, bi her awayî piştgîriya xwe ya ji bo gelê serhildêr a Rojhilatê Kurdistanê re diyar dikin. Her wiha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), tevî şermezarkirina tund a van komkujiyan û siyaseta qutkirina înternetê, sersaxiyên xwe yên herî kûr pêşkêşî malbatên şehîdên Îlam, Kirmaşan û hemû bajarên Îranê dike. Xwîna van şehîdan belgeyeke din e li ser mafdarbûna têkoşîna gel û şahideke zelal e ku ev rejîm tenê bi zor, serkut û mirinê dikare li ser piyan bimîne. Em tekez dikin ku bîranîn û rêya van şehîdan tu carî nemire û dê bibe hêzeke mezintir ji bo berdewamî û kûrkirina serhildana şoreşgerî. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê radigihîne ku piştgiriya me ji xwepêşanderan, grevan, her cûre çalakiya sivîl û serhildana şoreşgerî ya gelê Îranê re, piştgiriyeke temam, bêşert û merc û pratîkî ye. Em di wê baweriyê de ne ku Komara Îslamî nayê sererastkirin û tenê bi berdewamiya berxwedana rêxistinkirî, berfirehkirina grevên giştî, şikandina dorpêça agahiyan û yekkirina têkoşîna herêmên cihêreng ên Îranê, em dikarin dawî li vî sîstemê serkutker bînin.”

Dema ku girse li ber dêra dîrokî kombibû û dirûşmeyên pişgtiriyê davêtin, çend caran hewildanên provokasyonê hatin kirin, lê ciwanên Kurd bi awayeke xwînsar û bibiryar berteka xwe nîşan dan.

Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên, “Rojhilat serhildan e, Rojava berxwedan e”, “Bakur, Başûr, Rojhilat, Kurdistane yek welat”, “Bijî Yekitiya gelê Kurd, hilweşe komara sêdarê ya Îran”, “Kujer Colanî, Erdogan hevkar e”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

STRASBOURG

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê li dijî êrîşên dagirkerî û îmhayê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.

Meş di saet 18:00’an de li Place de la Gare destpê kir û heta Place Kleberê dewam kir. Welatparêzên Kurd û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî meşê bûn.

Di tevahiya meş û mitîngê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Di pankart û dowîzên hatin hilgirtin de banga rawestandina êrîşên li dijî Rojava û xwedîderketina li destkeftiyên gelê Kurd hatin kirin.

Di daxuyaniyên ku li Place Kléberê hatin dayîn de, hate destnîşankirin ku di serî de Rojava û Heleb, êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd hedef digrin, polîtîkayeke îmhayê ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku bêdendiya raya giştî ya navneteweyî û dewletên Ewropayê nayên qebûlkirin û bang hate kirin ku li dijî êrîşan helwestekî şênber were girtin.

OSLO

Li paytexta Norwec Osloyê li pêşiya avahiya Wezareta karên Derve, ji bo piştevaniya protestoyên girseyî yên li Îranê çalakî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê 6 partiyên siyasî yên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ve hate organîzekirin.

Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî ya têkoşîna gelê Îranê ya demokratîk, derbirîna azadiyê û mafên mirovan ên bingehîn, hat kirin. Nûnerên Partiya Kesk (MDG), Partiya Karkeran, Partiya Sosyalîst a Çep (SV) û Partiya Sor (Rødt) ên li Norwecê axivîn. Di axaftinan de tundî û zexta rêveberiya Îranê ya li ser sivîlan hate şermezarkirin û bang li hikûmeta Norwecê hate kirin ku zeta dîplomatîk zêde bike.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê bi meşekî peyamên piştevaniyê ji bo Rojava û Rojhilat hatin dayîn. Tevî Kurdistaniyên li bajarê Nantesê, komên enternasyonel û welatiyên Fransî tevlî meşê bûn. Girseyê bertek nîşanî dewleta Tirk û çeteyên wekî DAÎŞ’ê dan û bi berzkirina dirûşmeyan peyam dan welatên Ewropayê.

ZURÎH

Li Zurîhê ya Swîsreyê, ji bo piştgiriya serhildanên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê çalakî hat lidarxistin. Li ser banga Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S), Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-S), Nûnertiya Swîsreyê ya PJAK û Komîteya Rojava ya Zurîhê, girseyek li Helvetiaplatzê kom bû û ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz girt.

Hevserokê CDK-S Cemal Ozdemîr êrîşên li ser Rojava û Rojhilat şermezar kir û hemû şehîdan bi taybetî jî Ziyad Helep bi bîr anî. Ozdemîr got, “Em helwesta durû ya Fransayê di vê pêvajoyê de qebûl nakin; gelê Kurd bi têkoşîna xwe rûyê rastîn ê Fransa û hemû hevkarên wê eşkere kir. Em bang li hemî parêzvanên azadiyê dikin: Îro roja tifaq û yekîtiyê ye. Em ê şehîdên xwe di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”

Li ser navê YJK-S’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û bal kişand ser berxwedana ku li her çar perçeyên Kurdistanê tê meşandin. Dîlan Taşdemîr got: "Çav û dilê me bi mehan e li Rojava û Rojhilat e. Em dizanin ku îro, li her çar perçeyên Kurdistanê, gelê me li dijî êrîşan berxwedanek mezin dide. Rojava her tim ji bo me "xeta sor" e û wê bimîne. Em bi biryar in ku gelê xwe û nirxên xwe biparêzin û têkoşînê di her warî de berfireh bikin."

Di çalakiyê de nûnerên PYD, PJAK û KNKê axivîn. Çalakiyê bi berzkirina dirûşmeyên "Rojava Rojhilat e Kurdistanê yek welat e”, ”Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Rojhilat" bi dawî bû.

MULHOUSE

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Mulhouse yê Fransayê li ber Porte Jeune kom bûn û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Çalakiya ku nêzî 250 kes beşdar bûn de dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Di çalakiyê de bêdengiya civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî hat rexnekirin û banga gavên lezgîn û şênber ên li dijî binpêkirinên mafên mirovan kir.

INNSBRUCK

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Innsbruckê ji bo balkişandina ser êrîşên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li hev civiyan. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Innsbruckê axaftin hat kirin û bal kişand ser êrîşên komên biyanî û paramîlîter ên li dijî Kurdan li Rojhilata Navîn.Di axaftinê de wiha hat gotin, "Duh, di bin navê DAÎŞ’ê de, îro di bin navê HTŞ’ê de bi piştgiriya dewleta Tirk li Rojava komkujî û sûcên şer tên kirin. Gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî rastî êrîş û komkujiyên rejîma Melayan tên. Bêdengiya raya giştî ya cîhanê berdewam dike."

Ciwanên beşdarî meşê bûn, ligel rengên Kurdistanê, pankartên bi zimanê Elmanî jî hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Rojhilat", "Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e" hatin berzkirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi tevlîbûna Kurd, Durzî û Fransiyan meş û mitîng hate lidarxistin. Di çalakiyan de êrîşên li ser Rojava û polîtîkayên HTŞ’ê û komên cîhadîst ên wekî wî hatin protestokirin û berxwedana gel a li Rojhilat hate silavkirin.

Girseyê bi banga CDK-F’ê li qada Place de la République kom bûn. Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan, Nûnerê Rojava Kerim Kumar, Parlementerê LFI û Serokê Koma Lêkolînê ya Kurd Thomas Portes, Parlementera l’Après Danielle Simonet û Nûnerê France Kurdistan David Dehaineaut xitabî girseyê kirin.

Azad Dogan di axaftina xwe bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên sed salî li ser gelê Kurd û destnîşan kir ku çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî Rojava dikin, li Rojhilat jî gelê Kurd li dijî çeteyên Îslamparêz li ber xwe didin. Dogan ev peyam da, “Heta ku Kurd hebin, wê Kurdistan hebe.”

Nûnerê Rojava Kerim Kumar jî diyar kir ku çar parçeyên Kurdistanê yek in û bilêv kir ku tê xwestin ku îradeya gel were şikandin, lê wê ev yek neyê qebûlkirin.

Siyasetmedarên Fransî Thomas Porteş û Danielle Simonet û Nûnerê France Kurdistan David Dehaineaut jî diyar kirin ku HTŞ’ê berdewamiya DAÎŞ’ê ye û bilêv kirin ku ev avanî nikarin aştî û demokrasiyê ji bo gelên Sûriyeyê pêk bînin.

Girseyê piştî axaftinan, ji Qada République ber bi Châteletê ve meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di mitînga Chatelet de jî Nûnerê Rêxistina Durzî ya Navneteweyî Aysr Alwlî û siyasetmedarê Kurd Fesih Erdemircî axivîn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê di şexsê şehîdên Helebê de ji bo hemû şehîdên şoreşê, Aysr Alwlî axivî. Alwlî destnîşan kir ku gelê Durzî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ye û wiha got, “Çeteyên cîhadîst mafê jiyanê nadin gelan. Dirûşmeyên demokrasiyê diavêjin, lê derew in. Em bawer nakin. Em ê bi berxwedanê azad bibin. Bijî têkoşîna azadiya gelan.”

Fesih Erdemircî jî wiha got, “Îro li ser gelê me siyaseteke qirêj tê meşandin, hewl didin meşa me ya azadiyê asteng bikin. Em li dijî van li ber xwe didin. Gelê me li Rojava şer dike û şehîd dibe. Ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînim, em li ser rêya wan dimeşin. Em îro ji Parîsê bang li cîhanê dikin. Kurd li Rojava rûmeta mirovahiyê parastin, çeteyên DAÎŞ’ê têk birin. Em îro dibînin ku hem di aliyê îdoelojîk hem jî pratîkî de tu ferqa HTŞ’ê ji DAÎŞ’ê tune ye. Ger Colanî bê rewakirin, wê DAÎŞ were rewakirin.”