EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Helsingborg û Viyaneyê komkujiyên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li bajarê Helsingborg ê Swêdê û bajarê Viyana ya Awusturyayê komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê bi çalakiyan hatin bibîranîn. -
Li Mannheimê komkujiyên Mereş, Girtîgehan û Roboskiyê hatin bibîranîn
Bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Manheimê, şehîdên komkujiyên Mereş, Girtîgehan û Roboskiyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de li dijî polîtîkayên dewletê banga têkoşîna birêxistinkirî hat kirin. -
Li Lozanê şehîd hatin bibîranîn
Şehîdên Azadiya Kurdistanê û şehîdên komkujiyên Parîs û Roboskiyê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama, “Divê bi mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî xwedî li şehîdên xwe derkevin” hat dayîn. -
Li Den Haagê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
Ji bo şoreşger û welatparêzên Kurd ên ku di salên 2013 û 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li Den Haagê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de banga eşkerekirina kiryaran û dewamkirina têkoşîna heqîqetê hate kirin. -
Malbatên Kurdistanî yên li Kanadayê di şahiya sersalê de li hev civiyan
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê di "Kombûna Sersalê" de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê li hev civiyan. -
Komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li Swîsreyê hatin bibîranîn
Komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê yê Girtîgehê li bajarên Cenevre û Baselê yên Swîsreyê bi panelan hatin bibîranîn. Di panelan de banga hevrûbûna komkujiyan hat kirin. -
Ji bo bîranîn, edalet û têkoşînê li Ûlmê civîn
Di salvegera komkujiyên Mereş, girtîgehan û Roboskiyê de li Ûlmê merasîm hate lidarxistin û daxwaza edaletê hate kirin. -
Komkujiyên meha Kanûnê li Cenevreyê hatin protestokirin
Komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hate protestokirin. ADGB’ê banga rûbirûbûna komkujiyan û darizandina kujeran kir. -
Karasû: Siyaseta Tirkiyeyê di ezmûneke dîrokî de ye
Mûstafa Karasû got, bi feraseta demokrasiya bê Kurd çareserî ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re nayê dîtin û diyar kir, eger siyaset ji bo pirsgirêka Kurd û demokrasiyê îradeya çareseriyê nîşan nede, wê ji bo civakê nebe cihê baweriyê. -
Nobeta Azadiyê: Berxwedan wê dewam bike
Welatparêzên ku ji Munsterê hatin, Nobeta Azadiyê ku 705 hefte ne li Strasbourgê dewam dike, dewr girtin. Bahoz Sozdar diyar kir ku berxwedana wan wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike. -
Li girtîgehên Belçîkayê rêjeya xwekuştinê, ji navîniya Ewropayê pir zêdetir e
Zêdebûna bûyerên tundî û xwekuştinê yên li girtîgeha Belçîkayê, krîza tenduristiya derûnî ya li welêt radixe ber çavan. Pispor, diyar dikin ku pêwîste lênêrîna psîkîyatrî ya qels bên derbaskirin û polîtîkayên pêşîlêgirtinê bên xurtkirin. -
Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn: Eşkerenekirina komkujiyan bi rola Ewropayê re têkildar e
Şehîdên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Siyasetmedar Sebahat Tuncel destnîşan kir ku neronîkirina komkujiyan girêdayî rola Ewropayê ye û wiha got, “Em edalet, jiyan û jiyankirinê dixwazin.” -
Di nobeta azadiyê ya li Cenevreyê de şehîdên Parîsê hatin bibîranîn
Çalakiya rûniştinê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin, gihişt hefteya 257’an. Di çalakiyê de şehîdên Komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn. -
Şehîdên Parîsê, Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Hildesheimê hatin bibîranîn
Şehîdên Parîsê û pêşengên têkoşîna jinên Kurd Berfîn Nûrhaq û Sema Roza yên ku di demek nêz de şehadeta wan hat ragihandin hatin bibîranîn. -
Êrîşên li Helebê li Winterthurê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Winterthur ê Swîsreyê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin. -
Li Saarbruckenê êrîşên hêzên hikûmeta demkî yên li Helebê hat şermezarkirin
Li Saarbrucken a Elmanyayê êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, hatin şermezarkirin. -
Şoreşgerê Kurd Aktaş ê ku 40 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn
Şoreşgerê Kurd Mustafa Nazif Aktaş ê ku 40 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe li Goristana Père Lachaise hat bîranîn. -
Bîranîna komkujiya Parîsê: ‘Têkoşîna Kurdan hafizeya Parîsê ye’
Li Parîsê, yek ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, muzîkjen Mîr Perwer û endamê komeleyê Abdurrahman Kizil ku 23’yê Kanûna 2022’yan hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn. Namzetê koalîsyona çepgir a Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê jî tevlî bîranînê bû. -
Di doza PKK’ê ya li Hambûrgê de, biryara berdana bi kontrol
Dadgeha Cezayê Giran a Hambûrgê derbarê du aktîvîstên Kurd ên di çarçoveya madeya 129b a li dijî PKK’ê ya li Elmanyayê de tên darizandin, biryara berdana bi kontrol da. -
Li Fînlandiyê 3 Kurdên binçavkirî bi şert hatin berdan
Li Fînlandiyayê 3 çalakvanên Kurd ên destpêka meha Mijdarê hatin binçavkirin, bi şert hatin berdan. -
KCDK-E: Komkujiyên Parîsê êrişeke plankirî ya li dijî têkoşîna azadiya jinê ye
KCDK-E'yê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr anî û diyar kir ku komkujiyên li Parîsê parçeyek ji konsepa qirkirinê ya li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê û gelê Kurd e. -
Li Malmoyê cejna vejînê bi coş hate pîrozkirin
Li bajarê Malmo yê Swêdê pîrozbahiya Cejna Vejînê bû yek ji çalakiyên herî girseyî yên salên dawî. -
Li Îngiltereyê li dijî serdegirtinên KCC’ê daxuyaniya çapemeniyê
Li Londra, Liverppol û Edinburghê piştî serdegirtinên polîsan ên li ser Navenda Civaka Kurd (KCC) û malên aktîvîstên Kurd, bi armanca balkişandina ser pêvajoya dozê ya ku dê di 5’ê Rêbendana 2026’an de dest pê bike, daxuyaniyek hate dayîn. -
Tedawiya siyasetmedar Selîm Sadak li Heilbronn’ê didome
Hat ragihandin ku rewşa siyasetmedar Selîm Sadak ê li nexweşxaneya bajarê Heilbronn ê Elmanyayê cidiyeta xwe didomîne. -
Taylan Kahraman li Dusseldorfê hate bîranîn
Taylan Kahraman ku di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de bedena xwe da ber agir û şehîd bû, di salvegera 27'emîn a şehadeta xwe de hate bîranîn.