EWROPA
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Gel a Kurd a Zaandamê û DemNedê li Amsterdamê komkujiyên Helebê protesto kirin
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Zaandamê û DemNedê, Kurdistanî li Amsterdamê hatin cem hev û êrîşên hikûmeta cîhadîst a Colanî yên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê protesto kirin. Girseya gel bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bikeve te -
Li Kasselê li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan
Li Kasselê bi sedan kes li dijî êrîşên li ser sivîl, jin û zarokên li Rojava çalakî li dar xistin û bang li hikûmeta Elmanya û Neteweyên Yekbûyî kirin ku destwerdana lezgînî bikin. -
Li Marsîlyayê bi hezaran kesan komkujiyên li dijî Kurdan şermezar kirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi hezaran kesan êrîşên li dijî gelê Kurd ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê protesto kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bikeve tevgerê. -
Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Giessenê hat protestokirin
Li Giessen a Elmanyayê êrîşên çeteyên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin û hat gotin ku bi rihê berxwedanê dikarin van êrîşan pûç bikin. -
Li Kolnê çalakiya ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe daketin qadan û komkujiyên li Rojava û Rojhilat şermezar kirin. -
Êrîşên li ser Helebê li Innsbruck’ê hatin protestokirin
Li paytexta eyaleta Tirol a Awûstûryayê Innsbruck’ê ji bo şermezarkirina komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mîtîng û meş hatin organîzekirin. -
Êrîşên li Helebê ket rojeva Parlamenta Brîtanyayê
Têkildarê êrîşên li ser Kurdan ên li Helebê û komkujiyên hatine kirin, li Parlamenta Brîtanyayê civînek hat lidarxistin. Di civînê de hat diyar kirin ku bûyer veguheriya krîzek mirovî ya pir cidî û banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî hat kirin. -
Li Elmanyayê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin protestokirin
Li bajarên Hannover, Aachen û Darmstadt ên Elmanyayê bi meş û mîtîngan, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatin protestokirin. -
Dewrêş: Êrîşên li ser Helebê armanc dikin ku pêvajoya muzakereyê sabote bikin
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Elmanyayê Xalid Dewrêş diyar kir ku êrîşên li ser taxên Helebê sûcên şer in û bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariya mirovî ya lezgîn û lêpirsînek serbixwe bidin destpêkirin. -
Li Freiburgê mitînga piştgiriyê ya ji bo Rojava: Em bi hev re, dev jê bernadin
Di mitînga li bajarê Freiburg ê Elmanyayê de, piştgirî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate dayîn. Di mitîngê de îşaret bi daxwaza azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet a jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd hate kirin. -
Kurdên li Rusyayê berxwedana li Rojava û Rojhilat silavkirin
Kurdistaniyên li Tambov û Moskowayê şehîdên Parîsê bi bîr anîn û bertek nîşanî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan û gotin, “Em berxwedana gelê xwe yê li Rojava û Rojhilat silav dikin.” -
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Yaman li Swîsreyê wefat kir
Berdevkê têkiliyên derve yê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Ahmet Yaman li nexweşxaneyek li Winterthurê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Li Barcelonayê piştgiriya bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bîranîna şehîdên Parîsê
Li Barcelonayê bi çalakiyekê komkujiyên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hate şermezarkirin. Her wiha şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn. -
Li Swîsreyê ji bo Rojhilat û Helebê biryara çalakiyê ya lezgîn
Bi banga Nûnertiya PJAK’ê ya Swîsreyê, Kurdistanî li bajarê Klotenê hatin cem hev û li hemberî serhildanên li Rojhilat û komkujiyên li Helebê, biryara çalakiyên girseyî û lezgîn girtin. -
Şehîdên Parîsê li Roma û Lîmasolê hatin bibîranîn
Li paytexta Îtalya Romayê û li bajarê Lîmasol a Qibrisê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, çalakî hatin lidarxistin. -
Li Ewropayê protestoyên Helebê: Berxwedana Rojava ne bi tenê ye
Li navendên Ewropayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êrîş sûcê şer û komkujî ne û hate diyarkirin ku dê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin. -
Li Zurihê ji bo şehîd Erdal Erkendî sersaxî hate danîn
Ji bo bîranîna gerîlayê HPG’ê Erdal Erkendî (Yusuf Kartal Bagdu), li bajarê Zurih ê Swîsreyê ji aliyê malbata wî ve sersaxiyê hat danîn û tevahiya rojê hate ziyaretkirin. -
Li Bordeaux û Viyanayê Şehîd Şoreş Brûsk hate bibîranîn
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, di çalakiyeke ji bo bîranîna fermandarê gerîlayên HPG’ê Şoreş Brûsk (Servet Kartal) de, soz hate dayîn ku bîranînên şehîdan dê her tim bên jiyandin. -
Banga Çalakiyê ji rêxistinên Jinên Kurd ên li Ewropayê li dijî êrîşên li Helebê
Rêxistinên jinên Kurd ên li Ewropayê, êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wekî “hewldana dagirkerî û qirkirinê ya bi erêkirina navneteweyî” pênase kirin û bang li jinên Kurd û saziyên demokratîk ên li Ewropayê kirin ku dakevin qadan. -
Li Stockholmê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin, serhildana Rojava hate silavkirin
Li Stockholmê li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakî hate lidarxistin û ji bo rawestandina êrîşan bang li welatên Ewropayê hate kirin ku zextê li hikûmeta demkî ya Şamê bike. Her wiha serhildana gel a li Rojhilat hate silavkirin. -
Li Melbourneyê ji bo Heleb û Rojhilat çalakiya hevgirtinê hat lidarxistin
Li Melbourneyê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Kurdên li Helebê û berfirehkirina hevgirtina bi gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê re ku li dijî rejîma Îranê li ber xwe didin, çalakiyek girseyî hat lidarxistin. -
Li Viyanayê ji bo Helebê meşeke mezin hat lidarxistin
Li paytexta Awusturya Viyanayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşeke girseyî li dar xistin. -
Li Ewropa û Qibrisê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin: Çeteyan rawestînin!
Kurdistanî û dostên wan li bajarên Ewropa û Qibrisê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin û hat xwestin ku ji bo parastina sivîlan civaka navneteweyî bikeve tevgerê. -
Li Helsinborgê şehîdên Parîsê ya 9’ê Çileyê hatin bibîranîn
Kurdistanî li bajarê Helsingborg ê Swêdê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2023’an de hatin qetilkirin, bi bîr anîn. -
Li Osloyê çalakiyeke piştgiriyê ji bo serhildanên Rojhilat
Li Osloya paytexta Norwêcê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo piştgiriya berxwedanê hatin bal hev.