EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li kolanên Ewropayê dirûşma Jin, Jiyan, Azadî deng veda
Li gelek bajarên Ewropayê, Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava û Rojhilat derketin kolanan. Di çalakiyên ku ji Viyanayê heta Londonê hatin lidarxistin de, rejîma Îranê û polîtîkayên şer hatin protestokirin; dirûşmeya hevpar "Jin, Jiyan, A -
Şehîdên Helebê li Viyanayê hatin bibîranîn
Li Viyaneyê şehîdên Rojava û Ziyad Heleb û Denîz Çiya ên ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûn, hatin bibîranîn. -
Kurdistanî û dostên wan li Elmanyayê ji bo Rojava û Rojhilat li ser piyan e
Li bajarên Elmanyayê bi girseyî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ku dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên dewleta Îranê li ser Rojhilat hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku dawî li bêdengiyê bîne. -
Serdana Colanî ya ji bo Elmanyayê dê li Bonnê bê protestokirin
Hejmareke zêde ya rêxistinên demokratîk û nûnerên kêmneteweyan ên li Elmanyayê, li dijî plana serdana lîderê HTŞ’ê Ehmed el-Şara ya ji bo Elmanyayê, dê di 19’ê Rêbendanê de li bajarê Bonnê meşeke girseyî li dar bixin. -
PPT’ê ji bo Rojava banga çalakiyan kir
PPT'ê di daxuyaniya derbarê rewşa Rojava de bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, mekanîzmayên NY, dewlet û gelan kir ku li dijî van binpêkirinên giran ên ku li Rojava berdewam dikin, tavilê têkevin nava liv û tevgerê. -
Li Marsilyayê ji bo Rojava çalakiya zincîra mirovî hate li dar xistin
Li bajarê Marsilya yê Fransayê, bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û Helebê, daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî û çalakiya zincîra mirovî li dar xistin. -
Clausen: Ger mafên mirovan nebe piştgiriya ji bo Sûriyeyê ne rewa ye
Endamê Parlamentoya Ewropayê Per Clausen diyar kir ku YE nikare ji berpirsiyariya hember êrîşên dijî Kurdên li Helebê bireve û got, "Heta ku mafên mirovan û serweriya hiqûqê neyê misogerkirin, piştgiriya siyasî û darayî ya ku ji bo Sûriyeyê ne rewa ye." -
Li Draguignanê li dijî komkujiya Helebê meşiyan
Bi sedan kesan ji bo protestokirina komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek li dar xistin. Di daxuyaniya li ber walîtiyê hat dayin de bal kişand ser pêşketinên li Rojava û banga hevgirtinê bi gelê Kurd re hat kirin. -
Kurdistaniyên li Swîsreyê kolanan terk nakin
Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Kurd û Suryaniyan li Heleba Sûriyeyê li bajarên Basel, Lozan û Sion ên Swîsreyê daketin kolanan û bang li civaka navneteweyî kirin ku têkevin nava liv û tevgerê. -
Kurdistaniyên li Berlînê amadekarî ji bo 19’ê Çileyê dikin
Kurdistanî û dostên wan ên li Berlînê, beriya serdana serokkomarê demkî ya Sûriyeyê Colanî ya di 19’ê Çileyê de amadekariyên xwe didomînin û dixwazin serdana were betalkirin. -
Li Elmanyayê ji bo piştevaniya bi Rojava re meş û mitîng hatin lidarxistin
Li bajarên Elmanyayê bi çalakiyan piştevanî ji bo berxwedana gelên Rojava, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate dayîn. Die Linke û beşdarên navneteweyî jî di çalakiyan de cih girtin. -
Li Marsîlyayê ji bo şehîdên Helebê nimêja cenazeyê ya xiyabî û daxuyaniya çapemeniyê
Li Marsîlyayê pêşengiya CÎK’ê ji bo şehîdên Helebê nimêja cenazeyê ya xiyabî hate kirin. Piştî nimêjê di daxuyaniya çapemeniyê de êrîşên çeteyan hatin şermezarkirin û bang li cîhana Îslamê hate kirin ku li hemberî van êrîşên çeteyan hatin şermezarkirin. -
Parlamentoya Gallerê: Êrişên li ser Kurdan ‘cihê fikarê ne’
Parlamentoya Gallerê (Senedd), piştî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê, destnîşan kir ku koçberkirina bi darê zorê ya bi deh hezaran Kurdan ‘cihê fikarê’ ye û bang kir ku piştgiriyeke çalak bidin hewildanên aştiyê. -
Di mizgeftên CÎK’ê de ji bo şehîdên Helebê nimêja cenazeyê ya xiyabî hate kirin
Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK), ji bo kesên ku di êrişên HTŞ û çeteyên ser bi dewleta Tirk ên li ser taxên Kurdan yên Helebê de şehîd bûne, li mizgeftên xwe yên li seranserê Ewropayê nimêja cenazeyê ya xiyabî kir. -
Li Elmanyayê der barê El-Şara de giliyê sûc hat kirin
Beriya serdana Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara (Colanî) yê HTŞ’yî bo Elmanyayê, der barê wî de giliyek sûcê yê lezgîn hat kirin. -
Ji Partiya Kesk a Awustralyayê banga hevgirtinê bo Rojava û Rojhilat kir
Parlamentera Partiya Kesk a Awustralyayê Abigail Boyd, êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û herêmên Rojava şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê anî ziman. -
Li dijî komkujiyên li Helebê kampanya îmzeyan: Piştgiriyê bidin Kurdan ne Colanî
Li dijî êrişên li ser Kurdên sivîl ên li Helebê, ji bo rawestandina piştgiriya Ewropayê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û bi daxwaza piştgiriya bi Kurdan kampanya îmzeyan di asta navneteweyî de hate destpêkirin. -
Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Manchesterê hatin şermezarkirin
Êrişên çeteyên rêveberiya Şamê ya demkî yên bi piştgiriya leşkerên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, li Manchesterê bi meşekê hatin şermezarkirin û berxwedana Rojava û Rojhilat hate silavkirin. -
Li Swîsreyê banga ji bo mezinkirina berxwedana li dijî êrişan
Li bajarên Basel û Churê Kurdistanî daketin qadan û diyar kirin ku şoreşa Rojava bi tenê nîne. Ji bo mezinkirina berxwedanê jî bang kirin. -
People’s Bridge ji bo protestokirina Colanî li Berlînê bang kir: Ji bo cîhadîstan xalîçeya sor tune
People’s Bridge, bertek nîşanî amadekariya pêşwaziya dîplomatîk a ji bo Colanî li Berlînê da û ji bo 19’ê Rêbendanê bang li gel kir ku dakevin qadan. -
Li Hoogeveenê meşa piştgiriya ji bo Rojava û Rojhilat
Li bajarê Hoogeveen ê Hollandayê êrîşên li ser Rojava û geşedanên li Rojhilat, hatin protestokirin. Ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat tevlîbûneke zêde ji bo meşê hate kirin. -
SP û JUSO ji bo Helebê kampanya dan destpêkirin
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) û rêxistina wê ya ciwanan JUSO bal kişandin êrîşên li ser sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ji bo Konseya Federal a Swîsreyê bikeve nava liv û tevgerê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. -
CENÎ: Merz Colanî vedixwîne, em dIdarizînin
Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, xwest ku serdana Colanî ku tê payîn di 19’ê Çileyê de ji bo Berlînê bike were betalkirin û bang li Elmanyayê kir ku ku dev ji rewakirina cîhadîstan berde. -
Êrîşên li ser Rojava li Essenê hatin protestokirin
Li bajarê Essen ê Elmanyayê, bi pêşengiya TCŞ û Meclîsa Gel a Essenê, HTŞ, dewleta Tirk û rejîma Îranê hate protestokirin û berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin. -
Peyama Trump a li ser destwerdana leşkerî ya Îranê: Divê bilez û bibiryar be
Hat ragihandin ku Serokê DYE’yê Donald Trump talîmat daye şêwirmendên xwe ku ji bo destwerdaneke leşkerî ya bilez û bibiryar a li dijî Îranê amade bibin. Lê li Qesra Spî derbarê hilweşîna bilez a rejîma Îranê ya piştî êrîşeke muhtemel de nezelaliyek heye.