BI DÎMEN

Li Viyanayê bi hezaran kes dîsa li kolanan bûn

Li Viyanayê bi beşdariya bi hezaran kesan meşek hat lidarxistin. Di meşê de hat xuya kirin ku têkoşîna li Rojava, têkoşîna hemû gelên ku azadî û demokrasiyê dixwazin e û bang li mezinkirina piştgiriyê bi Rojava re hate kirin.

Li paytexta Avusturya Viyanayê, li dijî êrîşên ku li ser Rojavayê Kurdistanê zêde dibin, Kurdistanî û dostên wan li Meydana Operayê ya Karlsplatzê civiyan û çalakiyeke girseyî lidarxistin.

Çalakiya ku bi beşdariya bi hezaran kesan hat lidarxistin, bi deqeyekê rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Di axaftinên ku li ser navê nûnerên PYD’ê, endamê Heyeta Rêveberiya Ciwanên Sosyalîst Lena Stern, Komeleya Javaneh ya Îranî û Meclisa Jinên Avesta de hatin kirin de, bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û aktorên navneteweyî li hemberî van êrîşan hate rexne kirin. Axaftvanan destnîşan kirin ku têkoşîna li Rojava ne tenê têkoşîna gelê Kurd e, têkoşîna hemû gelên ku azadî û demokrasiyê dixwazin e.

Çalakiya meşê ber bi ber konsolosxaneya Tirkiyeyê ve berdewam kir. Di dema meşê de beşdaran dirûşmeyên “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana QSD’ê” avêtin. Komîteya rêxistinkirinê bang li hemû raya giştî ya hestyar kir ku derkevin kolanan û piştgiriya bi Rojavayê re mezintir bikin û daxuyand ku çalakî dê berdewam bikin û takvîma çalakiyên ku li seranserê Avusturyayê hatine plan kirin eşkere kir:

Viyana: Saat 16.00 – Votivpark

Graz: Saat 14.30 – Hauptbahnhof

Salzburg: Saat 15.00 – Hauptbahnhof

Bregenz: Saat 18.00 – Feldkirch Bahnhof