BI DÎMEN

Li Şîliyê li ber Konsolosxaneya Tirk çalakî hate lidarxistin

Jinên ku li paytexta Şîlî Santiagoyê kom bûn, êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ ên li ser Rojava protesto kirin û peyama hevgirtinê bi jinên Kurd re dan.

Protestokirina êrîşên li ser Rojava li Emerîkaya Latîn berdewam dikin. Li paytexta Şîlî Santiagoyê komek jin ên endamên Tora Hevpeymaniyê û ji bo hevgirtinê bi Tevgera Jinên Kurdistanê re nîşan bidin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto bikin li ber Konsolosxaneya Tirk çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya ku hate dayîn de hate destnîşankirin ku êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê yên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin li ser Rojava polîtîkayeke qirkirinê ne. Jinan bal kişandin ser êrîşên bi taybetî li dijî jinên Kurd û Şoreşa Rojava hedef digirin.

Peywirdarek ji konsolosxaneyê hewl da ku dîmenên xwepêşanderan bikşîne û jinan tacîz bike. Jinan li hemberî vê hewldanê paşve gav neavêtin û diyar kirin ku kesê ku behsa wî tê kirin parçeyek ji çeteyên cîhadîst û nûnerên wan e ku gelê Rojava komkujî kirine.

Jinên Şîlî ragihandin ku ew li kêleka jinên Kurd têdikoşin, ji êrîşan natirsin û ew ê hevgirtina xwe bidomînin. Polîsên ku hatin cihê çalakiyê cihê hewl dan çalakiyê asteng bikin. Çalakvanan diyar kirin ku ew dever giştî ye û mafê wan ê qanûnî heye ku bi aştiyane çalakiyê bikin û çalakiya xwe bidomînin. Piştî vê yekê, polîsan hewl da ku bi girtina agahiyên nasnameya çalakvanan zext û taktîkên çavtirsandinê bikar bîne. Tevî hemû destwerdanan, jinan ji qadê derneketin.

Jinan wêneyên Rêber Apo hilgirtin û daxwaza azadiya Rêber Apo anîn ziman. Her wiha, jinan ji bo protestokirina jêkirina porê şervanên jin ên YPJ’ê jporê xwe hunandin 
peyama hevgirtinê bi jinên ku li Rojava li ber xwe didin dan.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Hemû çav li ser Rojava ne", "Êrîşên li ser Rojava rawestînin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Tevî zext û tacîzê jî, jinan bi biryardarî çalakiya xwe berdewam kirin, careke din bi xurtî hevgirtina xwe bi Rojava re nîşan dan.