BI DÎMEN

Êrişên li ser Rojava li Arizonayê hatin şermezarkirin

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Tuscon ê eyaleta Arizona ya DYE'yê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava li hev kom bûn. Di çalakiyê de ya li ber Jacome Palayê dirûşma 'Êdî bes e' hate qîrîn.

Girseya gel ku ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava li hev kom bû, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê dest bi çalakiyê kir. Di çalakiyê de dirûşmên 'Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava", "Defend Rojava, Defend Kurdistan", "Terorîst Colanî", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn û pankart û dozên ku êrişan şermezar dikin hatin hildan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ya li ber Jacome Plaza hate dayin, bêdengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û hêzên bi bandor ên li herêmê ya li pêşberî êrişên li ser Rojava weke "Şermeke li dijî rûmeta mirovahiyê" hate pênasekirin.

Di daxuyaniyê de têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê hate bibîrxistin û hate gotin, "Jinedîtîhatina êrişên HTŞ'ê ya ji ber berjewendiyan, cihê şermê ye."

Çalakî li ber Federal Building bi dawî bû. Têkildarî rewşa li Rojava dosyayek radestî rayedaran hate kirin.