Kurdistanî û dostên wan li Danimarkayê daketin qadan
Li Danimarkayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li paytext Kopenhagê meş û mitîng li dar xistin.
Li Danimarkayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li paytext Kopenhagê meş û mitîng li dar xistin.
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ku îro di saet 13:00’an de li Qada Torvê li hev kom bûn, ber bi Qada Axeltorve meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî YPG-YPJ” hatin berzkirin.
Girseya ku piştî meşê li qada Axeltrov kom bû, bi dirûşmeyan berteka xwe diyarkirin. Di mitînga ku li Qada Şaredariyê hate lidarxistin de jî axaftinên cuda hatin kirin.
Di mitîngê de li ser navê Enhedslisten Gul Ozcan û Îbrahîm Benlî axivîn. Benlî di axaftina xwe de wiha got, “Hûn bi rojan in li ser piyan in. Ji vir bersivê didin berxwedana YPG û YPJ’ê. Em ji vir bi hezaran car berxwedana YPG û YPJ’ê silav dikin.”
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku HTŞ û Colanî hêza paramîlîter a Komara Tirkiyeyê ne.
Di daxuyaniya li ser navê Defend Rojava de jî îşaret bi êrîşên li Kobanê ku bû sedem ku zarok jiyana xwe ji dest dan, hate kirin û wiha hate gotin, “Em ê ji bo protestokirina HTŞ, Hêzên Koaslîsyonê û dewleta Tirk, roja Duşemê zarokên xwe neşînin dibîstanê. Em ê tevî zarokên xwe di saet 15:00’an de tevlî mitînga ku wê li pêşiya Balyozxaneya DYA’yê were lidarxistin, bibin.”
Di dawiya mitîngê de peyama Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê hate guhdarkirin.