Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi deh hezaran kes, ji bo protestokirina êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava daketin kolanan. Çalakiya girseyî ku bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Teko-JIN, YJK-E, Federasyona KAWA û gelek saziyên Kurd hate lidarxistin, bû nîşaneya xurt a piştevaniya bi Rojava re.
Çalakî li pêşiya Frankfurt Hauptbahnhof (Stasyona Trenê ya Navendî) destpê kir.
Bi deh hezaran ciwan Kurd, jin, enternasyonalîst û dostên Rojava bi alên Rojava, pankartên "Jin, Jiyan, Azadî" û pankartên ku êrîşên HTŞ'ê şermezar dikirin li qadê kom bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat destnîşankirin ku HTŞ û piştgirên wê, li dijî gelê Rojava, şoreşa jinê û vîna jiyana azad êrîşan pêk tînin. Hat diyarkirin ku komkujiyên sivîlan, bombardûman û hewildanên guhertina demografîk nayên qebûlkirin; banga li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bêdengiya xwe bişkînin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Destkeftiyên şoreşa Rojava, destkeftiyên gelê Kurd û hemû bindestan e; ev destkeftî nayên tinekirin.”
Piştî daxuyaniyê, girse bi dirûşman dest bi meşê kir. Kolan û meydanên sereke yên Frankfurtê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava li ber xwe dide” û “Jin, Jiyan, Azadî” olan dan. Meşa ku ciwan û jinan pêşengiya wê dikir, heta Goetheplatzê berdewam kir.
Di daxuyaniya dawî ya li Goetheplatzê de hat destnîşankirin ku berxwedana li Rojava ne bi tenê ye. Di axaftinan de hat gotin ku êrîş ne tenê Rojava, lê di heman demê de Başûr, Bakur û Rojhilat jî hedef digirin û banga mezinirina têkoşînê li seranserê Ewropayê hat kirin. Nûnerên YNK, KDP û Partiya Çep a Alman Die Linke jî peyamên piştevaniyê dan.
PROVOKASYONA POLÎSAN A PIŞTÎ MÎTÎNGÊ
Piştî bidawîbûna mîtîngê, destwerdana polîsên Elman bû sedema bertekan. Çalakgeran helwesta polîsan wekî provokasyon nirxandin; bi taybetî dayikên Kurdistanî berteka tund nîşanî destwerdanê dan. Zarokekî 13 salî ji bo demekê hat binçavkirin û piştre hat berdan. Destwerdana polîsan a li hemberî mafê protestoya demokratîk ji aliyê girseyê ve hat şermezarkirin.
ZUBEYDE ZUMRUT: EM JI TÊKOŞÎNÊ PAŞVE GAV NAVÊJIN
Di mîtîngê de Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî axaftinek kir. Zumrut, peyama ku QSD’ê ji gelên Ewropayê re şandibû bi bîr xist û got: “QSD ji Ewropayê re dibêje 'em ji we bawer dikin'. Çawa ku we di dema Kobanê de berxwedaneke mezin û bi rûmet nîşan da, em bawer dikin ku hûn ê îro jî heman berxwedanê nîşan bidin.”
Zubeyde Zumrut, bang li gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên wan kir û got: “Em jî ji Ewropayê serkeftinê ji berxwedana Rojava re dixwazin. Heta ku em bigihîjin serkeftinê, em li ku derê bin jî, em ê ji têkoşînê paşve gav neavêjin.”
Zumrut destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava ne tesadufî ne û wiha berdewam kir: “Îro hêzên navneteweyî tevî dewleta Tirk, bi destê çeteyên DAIŞ û HTŞ’ê êrîşî Rojava dikin. Tê gotin ku ev êrîş li ser navê dewleta Sûriyeyê tên kirin. Nexwe îro Sûriyeyê kî bi rêve dibe? Colanî. Colanî kî ye? Bermayiyê DAIŞ’ê ye.”
Zubeyde Zumrut axaftina xwe bi gotina “Gelê Kurd tu carî neqediya û wê neqede” bi dawî kir û bal kişand ser domandina berxwedanê.
MERYEM ROJHILAT: ÊRIŞ ROJHILAT JÎ HEDEF DIGIRIN
Di mîtîngê de li ser navê PAJK’ê Meryem Rojhilat axivî û destnîşan kir ku êrişên îro ne tenê bi Rojava re sînordar in. Rojhilat got: “Îro ne tenê li Rojava, li Rojhilat jî komkujiyeke mezin heye. Ev êrîş, perçeyekî planeke hevpar a li dijî hemû parçeyên Kurdistanê ne.”
Rojhilat bang li raya giştî ya navneteweyî û gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin. Wê axaftina xwe bi gotinên “Gelê Kurd tu carî naqede, berxwedan wê li her derê mezin bibe” bi dawî kir.
Mîtîng bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava li ber xwe dide” bi dawî bû.