Li Tambovê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Li navçeya Tambov a Rûsyayê, êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Li navçeya Tambov a Rûsyayê, êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Li navçeya Tambovê ya Rûsyayê, li Mala Çandê ya bajarê Mîçurinskê civînek hate lidarxistin û êrîşên li ser Rojavayê kurdistanê hatin şermezar kirin. Beşdarên civînê bi daxuyaniyekê gotin, êrîş ne tenê li ser gele me yê Rojava ye, li ser nirxên gelê Kurd e.
Di civînê de endama Tevgera Jinên Rûsya Fatma Arîn axivî û got, "Êrîşên dijmin bûne sedema yekbûna hemû Kurdan û hişt gelê Kurd bizane ku berxwedana Rojava nasnameya her çar parçên Kurdistanê ye. Wê destnîşan kir ku zilma li ser jin, zarok, kal û pîran bû sedema ku gelê Kurd bibe yek dil û li hemberî dagirkariyê têkoşînê bike û sînorên sed salan rake."
Endamê Meclîsa Gel Simo Simoî jî daxûyanî da û got: “Gelê Kurd ji bo şikandina DAIŞ’ê 15 hezar şehîd dane û mirovatî ji vê terorê rizgar kiriye. Îro DAÎŞ bi şêwazên cuda dîsa tê bikaranîn. Bi navê çeteyên HTŞ û hêzên Tirkiyeyê kiryarên derveyî mirovahiyê li ser sivîlan pêk tînin."
Simoî got, Rojava rûmeta gelê Kurd e û gelê Kurd wê rumeta xwe biparêze. Simo Simoî diyar kir ku Kurdên li Rûsyayê jî parçeyek ji Kurdistanê ye û destnîşan kir ku gelê Kurd wê heta dawiyê ji bo maf û azadiya xwe têkoşînê bidomîne.
Civîn bi sloganên “Biji Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyan, beşdaran di roportajan de piştgiriya xwe ji Rojava re nîşan dan û êşên ku gelê Rojava dibîne, parve kirin.