EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Baselê partiyên siyasî ji bo Rojava û Rojhilat banga hevpar dan
Partiya Sosyalîst, Keskan û BastA! li dijî zêdebûna zext û êrîşên li ser sivîlên li Îran, Rojhilat û Rojavayê daxuyaniyek hevpar dan û xwestin ku binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bibin û berpirsiyar werin darizandin. -
Jeremy Corbyn ji bo Rojava name ji Wezîrê Karên Derve Cooper re nivîsî
Ji damezrînerên Partiya Your Jeremy Corbyn têkildarî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojavayê, name ji Wezîrê Karên Derve yê Ingilîstanê Yvette Cooper re nivîsand û çend pirs jê kirin. -
Xelkê Kobanê di nobeta parastinê de ye
Şêniyên Kobanê li hemberî dorpêç û êrişên li ser bajarê xwe, bi awayekî girseyî derketin kolanan û dest bi nobeta parastinê kirin. -
Li Lorientê gel ji bo Rojava qadan naterikinin
Li Lorîentê Kurdistanî, endamên Navenda Çanda Elewiyan a Morbihan û dostên wan di çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin de li hev civiyan û peyamên piştevaniyê dan. -
Li pêşiya NY’ê bertek nîşanî hêzên navneteweyî hat dayîn
Di çalakiya nobeda azadiyê ya li Cenevreyê de, êrîşên çeteyan ên li ser Rojava hatin protestokirin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrîşên li ser gelê Kurd hate şermezarkirin. -
Koma Dostaniya bi Kurdan re ya PE’yê ji bo Rojava banga mudaxeleya lezgîn kir
Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlamentoya Ewropayê di civîna çapemeniyê ya li Strasbourgê de êrîşên çeteyan ên li ser Rojavayê şermezar kirin û ji bo parastina sivîlan û bidawîkirina êrîşan banga lezgîn li YE û civaka navneteweyî kir. -
Li Munihê mitînga piştgiriya bi Rojava re
Kurdistanî û dostên wan ên li Munihê, êrîşên çeteyan ên li ser Rojava li pêşiya Konsolosxaneya Amerîkayê protesto kirin û peyama piştgiriya bi Rojava re dan. -
Ji Parlamenterê Avustralyayi ji Wezîra Karên Derve Penny Wong re li ser Helebê name
Parlamenterê Partiya Karker a di desthilatdariyê de ye (ALP) Anthony D’Adam, ji ber êriş û koçberkirina bi zorê li taxên Kurdan li Helebê dijîn, ji Wezîra Karên Derve Senator Penny Wong daxuyanî xwest. -
Li Stuttgartê ji bo Rojava çalakiya konvedanê: Bila êrîş werin rawestandin
Kurdistanî û dostên wan ên li Stuttgart û derdora wê dijîîn, bi armancca protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê her roj bêyî navber çalakiyan li dar dixin. -
EH Bildu banga rawestandina êrîşên li dijî Roajva kir
EH Bildu, derbarê êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da û banga agirbesta tavile û bigrantî kir. EH Bildu xwest ku ewlehiya gelê Kurd were misogerkirin û çareseriyek siyasî û aştiyane were esas girtin. -
Kurd li ber Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê gotin: Şerm bikin!
Bi sedan Kurdistaniyên ku li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê hev civiyan, êrîşên çeteyên Tirkiye û HTŞ'ê yên li ser bajarên Rojava protesto kirin û dirûşma "Rojava rûmeta mirovahiyê ye" berzkirin. -
Li Kopenhagê mitînga piştevaniya bi Rojava re: Bi hezaran li ber parlamentoyê kom bûn
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi tevlîbûna hezaran kesan mitînga piştevaniya bi Rojava re li dar xistin. Gelek partiyên siyasî yên Danîmarkayê tevlî mitîngê bûn. -
Li Danîmarkayê çalakiyên ji bo Rojava berdewam dikin
Kurdistanî û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo protestokirina êrîşên HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Rojava didomînin. -
Partiyên çepgir ên Yewnanistanê ji bo Rojava banga mudaxeleya navneteweyî kirin
Partiyên çepgir ên li Parlamanta Yewnanistanê li dijî êrîşên li ser Rojava bang li hêzên navneteweyî û YE’yê kirin ku bi lezgînî mudaxele bike. -
Gelo Swîsre wê mazûvaniyê ji Colanî re bike?
Vexwendina serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara ji bo Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) li Davos a Swîsreyê rê li ber bertekan vekiriye. Tê payîn ku Colanî îro di civînên WEF’ê de biaxive. -
Li Kanadayê ji bo Rojava çalakiyên bênavber: Kurd wê bi hev re vê tarîtiyê derbas bikin
Girseya ku li Vancouverê ber bi konsolosxaneya DYA’yê ve meşiya bi dirûşmeya “Rojava xeta me ya sor e” biryardariya çalakiyên bênavber li seranserê Kanada’yê careke din dubare kir. -
Parlamenterên Ewropî: Divê em li dijî durûtiyê têkevin nava liv û tevgerê
Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê bi rojeva Îran û Rojava civiya. Nûnerê DEM Partî yê Strasbourgê Faîk Yagizay li ser pêşketinên dawî yên li herêmê agahî da. Parlamenteran banga tevgerîna li dijî tiştên diqewim kirin. -
Li Swêdê Kurd ser piyan e: Yên ku winda bike wê hemû cîhan be
Li paytext Stockholm û gelek bajarên din Kurd û dostên wan derketine qadan, komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Bi hezaran kes meşiyan ber bi parlamentoya Swêdê ve. -
Li Londonê çalakî berdewam in; Oxford Circus ji trafîkê re hat girtin
Li Londonê Kurdistaniyan bênavber çalakiyên xwe didomînin; cadeya herî qelebalix a bajêr Oxford Circus ji trafîkê re hate girtin û peyam hate dayîn: “Rojava rûmeta mirovahiyê ye. HTŞ’ê yê bermahiyê DAÎŞ’ê rawestînin.” -
Li Dresdenê ji bo Rojava nobeta heta sibê
Kurdên li Dresdenê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê, li ber Goldener Reiter kon danîn û heta sibê nobetê digirin. Dirûşmeyên “Rojava ne tenê ye” û “Êrîşên li ser gelê Kurd bila bên sekinandin” tên avêtin. -
Ji Parlamenterên Partiya Çep a Alman ji bo Hikûmeta Federal bangawazî
Parlamenterên Partiya Çep a Meclisa Federal a Alman Cansu Ozdemir, Jan van Aken û Ines Schwerdtner, bi daxuyaniyeke hevpar bang li Hikûmeta Federal a Alman kirin ku li dijî êrîşên li Rojava tavilê bikevin tevgerê. -
LFI: Êrîşên li ser Rojava ya ku îlham dide bi mîlyonan nayê qebûlkirin
La France Insoumise (LFI) li Meclisa Neteweyî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava protesto kir û got, “Hewldidin modela ku îlhamê dide bi mîlyonan kesan hilweşîbib. Wê encamên navneteweyî hebin; Divê Fransa demildest bikeve nava liv û tevgerê.” -
Ji siyasetmedarên Fransî ji bo gelê Kurd bang: Divê gelê Kurd tenê neye hîştin
Li Fransayê, parlementer û rêvebirên herêmî yên jiEniya Gel a Nû (Nouvelle Union Populaire Écologique et Sociale), li dijî metirsiyên li ser Rojava bang kirin û gotin: “Em Kurdan neterîkînin.” -
Li Awûstûryayê yek deng: Rojava ne bi tenê ye!
Bi hezaran kes li paytexta Awûstûrya Viyanayê û gelek bajarên din daketin kolanan û bi hêrsek mezin êrîşên li ser gelê Kurd li Rojava protesto kirin. Di çalakiyan de peyama "Rojava ne bi tenê ye" hat dayin. -
Ji Bellinzona heta Winterthurê: Bijî Berxwedana Rojava!
Li gelek bajarên Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrişên çeteyên HTŞ’ê yên di bin kontrola dewleta Tirk de ku li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tên, herikîn qadan. Di çalakiyan de berxwedana Rojava hat silavkirin.