Li Krasnodar a Rûsyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya berxwedana li Rojavayê Kurdistanê li Mala Netewan kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de berxwedana bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ’ê û QSD'ê hate silavkirin û hate destnîşankirin ku her çend ew li dîasporayê dijîn jî, dilê wan li Kurdistanê ye.
Berpirsê Otonomiya Çandê ya Krasnodarê Arîf Ezmanî, di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd ji aliyê çeteyên wekî DAÎŞ, El-Nusra û El-Qaîdeyê ve bi piştgiriya hin welatên herêmî di serî de dewleta Tirkiyeyê têne kirin. Ezmanî, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku Kurdan ji axa wan derxînin û wan tune bikin.
Ezmanî, daxuyaniya Wezareta Karûbarên Olî yê HTŞ’ê ya sûreta El Enfalê bibîr xist û destnîşan kir ku mîna di serdema Seddam Hûseyîn de heman zîhniyet îro jî li dijî gelê Kurd berdewam in. Arîf Ezmanî, anî ziman ku Kurd tenê ji ber ku Kurd in, têne hedefgirtin û bal kişand ser yekbûna gelê Kurd û got, “Li her çar aliyê Kurdistanê û cîhanê gelê Kurd bûye yek dil û yek rih. Em weke gelên ku li diyasporayê dijîn, diyar dikin ku dil, raman û rihê me bi gelê Rojavayê Kurdistanê re ye.”
Endama Meclîsa Jinan a Krasnodar Aiyde Babayev, jî diyar kir ku Rojava ne bi tenê ye û bal kişand ser keraseta mirovî ya li Kobanê ku di encamê de zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane. Aiyde Babayev, êrîşên hovane yên li dijî gelê Rojava şermzar kir û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê silav kir û şehîd bi rêzdarî bibîr anî.
Aiyde Babayev, bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir û diyar kir ku divê li dijî vê zilmê her kes dengê xwe bilind bike.
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê" û "Bijî Kurd û Kurdistan" bi dawî bû.