Li Portlandê ji bo Rojava meş: Rojava ne bi tenê ye
Li bajarê Portlandê yê eyaleta Oregon a DYA’yê, bi pêşengiya Civaka Kurd a Kawa Seattle meşek hate lidarxistin û bi dehan kes peyamên piştgiriya Rojava dan.
Li bajarê Portlandê yê eyaleta Oregon a DYA’yê, bi pêşengiya Civaka Kurd a Kawa Seattle meşek hate lidarxistin û bi dehan kes peyamên piştgiriya Rojava dan.
Li bajarê Portlandê yê eyaleta Oregon a DYA’yê, bi pêşengiya Civaka Kurd a Kawa Seattle meşeke piştgiriya Rojava hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku bi dehan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn, li hemberî êrîşên li ser gelê Rojava banga navnetewî hate kirin.
Di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ne bi tenê ye” û “Em hemû Rojava ne” hati berzkirin.
Beşdaran diyar kirin ku ew di nava piştgiriya berxwedana li Rojava de ne û her kuderê cihanê bijîn jî wê ji nasnameya xwe ya Kurdistanî û nirxên têkoşînê xwedî derkevin.
Di daxuyaniyên çalakiyê de hate gotin ku ji bo rawestandina êrişên li ser Rojava divê rayagiştî ya navnetewî berpirsiyariyê bigire û bang hate kirin ku piştgirî bê mezinkirin. Meş bi dirûşme û peyamên piştgiriyê bi dawî bû.