Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Berxwedana Rojava li Elmanyayê hat silavkirin

Li bajarên cuda ên Elmanyayê, êrîşên li ser Rojava bi protestoyên girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de banga alîkariya mirovî ji bo sivîlan hat kirin.

Li gelek bajarên Elmanyayê, êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin protestokirin.

HEILBRONN

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan, mitînga piştevaniya ji bo Rojava hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heilbronn (DKPM) ve li Kiliansplatzê hate lidarxistin û bi beşdarên ji çar parçeyên Kurdistanê re bi sedan kes li qadê kom bû.

Di tevahiya çalakiya ku di bin baranê de pêk hat de, dirûşmeyên “Biji Berxwedana Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Di axaftinên mitîngê de îşaret bi êrîşên li ser Kobanê hate kirin û ji bo gihandina alîkariya mirovî ya lezhîn banga vekirina korîdorê hate kirin.

Axaftvanan her wiha bang li Yekîtiya Ewopayê kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yên durû berdin û xwedî li Rojava derkevin. Çalakî bi peyamên piştevanî û piştgiriya berxwedana Rojava bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê, êrîş û komkujiyên li ser Rojava bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin. Kurdistaniyên li Kielê û dostên wan tevlî mitînga ku 27’ê Çileya 2026’an, di saet 18:00’an de li Asmus-Bremer-Platzê hate lidarxistin, bûn.

Mitîng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku yek ji sedemên sereke ya êrîş û komkujiyên li ser Kurdan, bêdengiya hêzên koalîsyona navneteweyî ye. Beşdaran ev peyam da, “Heta ku dengê mafdar a gelê Kurd were bihîstin, em ê li qadan bin.”

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Terorîst Erdogan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kurdistan yek welat e” û “Gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.

FREIBURG

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê jî, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevî baran û hewaya sar jî li qadê kom bûn û îradeya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan dan.

Endamê Meclîsa Şaredariya Freiburgê Passar Bamernî û Endama Lîjneya Rêveberiya Navçeya Freiburgê ya Partiya Keskan Hulya Sezgîn ku di çalakiyê de axivîn, destnîşankirin ku ew li gel gelê Kurd in.

Li ser navê KOMAW’ê jî Tuncay Gever axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku rê li ber bigrin ku sivîl hebin hedefên êrîşên sîstematîk.

Çalakvanan destnîşankirin ku heta ku şer bi dawî nebe, ew ê qadan neterikînin û diyarkirin ku têkoşîna wan wê li dijî bêdengiya civaka navneteweyî dewam bike.

KOLN

Êrîşên li ser Rojava, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi çalakiyên bênavber tên protestokirin. Bi hezaran Kurdistanî, di saetên êcarê de li pêşiya Dom Katedralî li hev civiyan û bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd Yek e” êrîşan protesto kirin.

Di çalakiyê de têkildarî gefên qirkirinê yên li ser Rojava agahdarkirinên bi Elmanî û Kurdî hatin kirin. Kurdistaniyan tevî pankartên ku berxwedana Rojava silav dikin, dest bi meşê kirin. Girseya ku dirûşmeyan berzkirin, tevî baranê jî heta Rudolfplatz meşiyan. Kurdistaniyên ku demeke dirêj di bin baranê de dirûşmeyan berzkirin, piştre belav bûn.

BONN

BURGDORF

Li Burgdorf a Elmanyayê bi sedan kesan li dijî êrîş û komkujiyên li Rojava meşek girseyî li dar xistin. Meş ji aliyê Mala Êzidyî a Burgdorf û FED-DEM ve hate organîzekirin. Di meşê de êrîşên û komkujiyên li ser gelê Kurd û bi taybetî li ser jinan protesto kirin.

Girseyê dirûşmeyên "Bijî YPG", "Bijî YPJ", "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Meşa ku li navenda bajêr hate lidarxistin, piştî daxuyaniyan bi dawî bû û girseyê hevgirtina xwe bi gelê Rojava re anîn ziman.

BERLÎN

Li Berlîn a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan li Potsdamer Platzê kom bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û hevgirtina xwe bi gelê Rojava re anîn ziman. Bi hezaran Kurd û dostên wan beşdarî xwepêşandana ku ji hêla Nav-Berlîn, Meclisa Jinan a Destdan, WDR Berlîn, GK Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra Star Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava, Cenî û Meclisa Jinan a Êzidî ya Berlînê ve li Brandenburg Gate / Pariser Platz a Berlînê hat lidarxistin bûn.

Di xwepêşandanê de alên YPG û YPJ’ê, pankartên “Defend Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" hatin hilgirtin. Bang li Yekîtiya Ewropayê û civaka navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşên li Rojava gavên şênber bavêjin. Di destpêka meşê de, namzeta şaredariya Die Linke Berlînê Elif Eralp axaftinek kir û nerazîbûna xwe ya li hember komkujiyên li Rojava anî ziman. Xwepêşanderan êrîşên li ser Rojava û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember van êrîşan şermezar kirin.

Di axaftinan de rola dewleta Tirk di êrîşan de hat destnîşankirin. Hate diyarkirin ku ev nêzîkatî êrîşeke eşkere ya li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê pêş dikeve ye. Ji Yekîtiya Ewropayê hat xwestin ku li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li herêmê helwestek zelal bigire, mafên siyasî û mirovî yên gelê Kurd biparêze û ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava gavên şênber bavêje.

Xwepêşandan bi dirûşm û peyamên hevgirtinê li Kleistparkê bi dawî bû.