Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Hamburgê bi hezaran kesan got: Berxwedana Rojava wê bi ser bikeve

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Hamburgê bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên HTŞ û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşeke girseyî li dar xistin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li ber Euro Passage ya li Jungfernstieg a Hamburgê civiyan, ber bi Rote Flora ya li taxa Sternschanze ve meşiyan.

Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Hamburgê hate organîzekirin; Meclîsa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalist û gelek Kurdistanî beşdar bûn. Di seranserê meşê de êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku piştgiriyê bidin.

Di qada mîtîngê de pankartên ku bi Elmanî û Kurdî hatibûn amadekirin bal kişandin. Pankartên bi nivîsên wekî: "Türkischen Angriffskrieg und Dschihadisten Stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!" "Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat, Solidarität mit den Protesten im Iran!"

"Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen!" hatin hilgirtin. Li gel alayên TEV-DEM û Kurdistanê, dowîzên ku bal dikişandin ser komkujiyên çeteyên HTŞ’ê jî di qadê de cih girtin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê dest pê kir.

Di dema meş û mîtîngê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” hatin berz kirin û marşên berxwedanê hatin lêxistin.

Li ser navê DKHM’ê Adalet Amed axivî û diyar kir ku Rojava ji aliyê komên cîhadî ve hatiye dorpêçkirin û got: “Rojava niha di bin dorpêça terorîstên cîhadî de ye. Hêzên navneteweyî hevparên vê komkujiyê ne; ji ber ku bêdeng dimînin. Li Rojava ne dorpêça terora HTŞ-Tirk, lê berxwedana gelê me wê bi ser bikeve. Ji ber vê yekê divê em bi rengekî bênavber li qadan bin.”

Çalakî bi dirûşm û marşan li ber Rote Flora bi dawî bû.