Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Laheyê li dijî êrişên li ser Rojava çalakiya protestoyê hate li dar xistin

Li bajarê Laheyê yê Hollandayê, Kurdistanî û dostên wan li pêşiya avahiya parlamentoyê hatin cem hev û êrişên li ser Rojava protesto kirin.

Li bajarê Laheyê yê Hollandayê, Kurdistanî û dostên wan li pêşiya avahiya parlamentoyê kom bûn û êrişên li ser Rojava şermezar kirin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Den Haagê ve hate organîzekirin, tevî hewaya bi baran bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di protestoyê de gelek caran sloganên wekî “Free Free Kurdistan”, “Stop Genocide in Rojava”, “Wij Koerden Vechten, voor Mensen Rechten”, “Terorist Colani, Get Out Kurdistan”, “EU financeert, Colani bombardeerd” û “Bijî yekîtiya gelê Kurd” hatin berz kirin.

Çalakî piştî stranên azadiyê û sloganên ku ji aliyê girseyê ve bi yek dengî hatin gotin, bi dawî bû.

VASTORF

Li bajarê Vastorf ê Elmanyayê jî, li dijî êriş û komkujiyên li ser Rojava bi sedan kesan meşeke girseyî li dar xist. Meş bi pêşengiya Mala Êzidî ya Burgdorfê û FED-DEM’ê hate li dar xistin.

Beşdaran di dema meşê de êrişên li ser Rojava û komkujiyên li dijî gelê Kurd û bi taybetî li dijî jinan protesto kirin. Di meşê de sloganên Kurdî hatin qîrîn û peyamên piştgiriyê ji bo berxwedana Rojava hatin dayîn. Girseya gel bi sloganên “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” qadan dagirt.

Meşa ku li navenda bajêr pêk hat, piştî daxuyaniyan bi dawî bû û beşdaran careke din piştevaniya xwe ya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re anîn ziman.