Ji Endamên MPKE’yê ji bo Rojava çalakiya piştevaniyê
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, çalakiya piştevaniya bi Rojava re hate lidarxistin.
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, çalakiya piştevaniya bi Rojava re hate lidarxistin.
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) parlamenterên ji welatên cuda ku Spanya, Hollanda, Îralanda, Yewnanîstan û Elmanyayê jî di nav de ye, êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û HTŞ’ê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo Rojava anîn ziman.
Di nava parlameterên çalakvan de, serokê berê yê MPKE’yê Tiny Kox û hevserokên koma Yekîtiya Çep cih girtin.
Parlamenteran di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku armanca wan piştevaniya bi berxwedana Rojava ne, şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û Konseya Ewropa û dewletên endam xistina nava tevgerê ye.