Kurdistaniyên li Îngilistanê bi dirûşmên "Defend Rojava" û "Dawî li şerê li dijî Kurdan bînin" li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê çalakiyên girseyî lidar dixin. Siyasetmedar û saziyên Kurd jî bi kampanyayên îmzeyan û nameyan têkoşîna demokratîk dimeşînin. Têkoşîna dîplomatîk a Kurdên li Îngilistanê bi vî rengî ye:
KURDS FOR LABOUR: GEFÊ LI EWLEKARIYA NETEWEYÎ DIXWE
"Kurds for Labour" (Partiya Karker a ji bo Kurdan) ku ji siyasetmedarên Kurd ên li nava Partiya Karker pêk tê, li ser nameyek ji Wezareta Karên Derve re şand. Berdevkê Kurd For Labour siyasetmedarê Kurd Sarbaz Barznji name şand û rexne hate kirin ku têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê ji nedîtî ve hatiye û ev yek ne tenê li dijî exlaqê ye, di heman demê de li ser ewlekariya neteweyî ya Qraliyeta Yekbûyî wê encamên cidî bi xwe re bîne.
Lewma bang li Qraliyeta Yekbûyî hate kirin ku ji bo parastina sivîlên Kurd û piştgiriya bi pirrengiya demokratîk bi lez gavên dîplomatîk biavêje.
NAMEYA JI BO WEZARETA KARÊN DERVE
Parlamentera Partiya Karker Feryal Clark Demîrcî ku Kurdeke Elewî ye, careke din pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir û nameyek nivîsî.
Feryal Clark Demîrcî diyar kir ku kiryarên li dijî Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî cidî ne û bang kir ku li Neteweyên Yekbûyî tundî bê şremezarkirin, pêkanîn bê ferzkirin, hewldanên dîplomatîk bêne zêdekirin û alîkariya mirovî bê kirin. Her wiha hişyarî da ku eger hewldan bi lez neyê kirin wê tundî asayî bibe û bi koçberiyê re krîza mirovî kûr bibe.
JI RUPA HUQ PÊŞNÛME PIRS
Ji parlamenter Dr. Rupa Huq pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir û pirsî ku ji bo gelêw Kurd di nava hikumeta Sûriyeyê de bê temsîlkirin dema dawî bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyî re hevdîtinek kiriye yan na.
JI SAZIYÊN KURD KAMPANYA 'NAMEYAN'
Ji aliyê Kurdish Progress û Meclîsa Gel a Kurd li ser êrişên li hemberî Rojava bi navê "Stop Attacks on Kurds in Northern Syria" kampanya hate destpêkirin. Di nava piştevanên kampanyayê de akademîsyen, karsaz, şaredar, sendîkavan, Kurdistanî û dostên wan hene.
Di metna kampanyayê de hate ragihandin ku li dijî DAÎŞ'ê, gelê Kurd yek ji hevalbendên girîng ên Qraliyeta Yekbûyî ye û hate destnîşankirin ku berpirsyariya civaka navneteweyî ye ku vê têkoşînê û mafên Kurdan biparêze.
KAMPANYA ENCAMÊ WERDIGIRE
Îmzeyên ku di çarçoveya kampnayayê de têne komkirin piştî wekîlan wê pêşkêşî Parlamenta Qraliyeta Yekbûyî û Wezareta Karên Derve bêne kirin.
Parlamentera Partiya Labour Catherine West bersiv da nameyên di çarçoveya kampanyayê de hatin şandin û bal kişand ser hewldanên hikumeta Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo parastina agirbestê, parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî. He rwiha diyar kir ku ji bo parastina mafên gelê Kurd li parlamentê pêşnûme pirs heye û wê şopdarê mijarê be.