Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Fransayê zêdeyî 400 kesayetên naskirî banga ‘parastina Rojava’ kirin

Rojnameya Le Monde ya Fransî meqaleyeke hevpar a zêdeyî 400 kesayetên naskirî ya ji bo parastina Rojava, weşand.

ROJNAMEYA LE MONDE

Yekîtiya Ewropayê despêka meha Çileyê qebûl kir ku 620 milyon euro alîkarî bide rejîma li Şamê. Zêdeyî 400 kesayetên naskirî jî îmze danîn bin meqaleyeke li rojnameya Le Monde hatî weşandin.

Îmzevanan bang kir ku divê ji bo berjewendiyên aborî û jeopolîtîk mafên gelan neyên fedakirin û got, “Em qebûl nakin ku rêveberên me aliyê desthilatdariyeke xeter bigirin, em qebûl nakin ku çalakiyên ji bo piştgiriya Kurdan bitepisînin.” Îmzevanan xwest ku korîdora mirovî ya ji bo bajarê Kobanê divê were domandin û dabînkirina av û elektrîkê ya ji bo wir were garantîkirin.

Îmzevanan diyar kir ku Rojava û projeya wê ya siyasî rû bi rûyê êrîşên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku hikûmeta Ehmed El-Şera komareke navendî û antîdemokratîk diparêze.

Îmzevanan di meqaleyê de bal kişand ser rêbaza Sûriyeyek demokratîk û nenavendî û got, “Ji 6’ê Çileyê û şûnde hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrîş bir ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û piştre yekser berê xwe da Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nava du hefteyan de bi dehan sivîl di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, mal û binesaziyên sivîl hatin hedefgirtin, piranî jê Kurd bi deh hezaran kes bi zorê ji cihên xwe hatin kirin. Gelek sivîl û şervanên jin û mêr bi rengekî derhiqûqî ji aliyê milîsên Îslamî ve hatin kuştin yan jî serê wan hate jêkirin.”

Di meqaleyê de hate ragihandin ku agirbesta ku 20’ê Çileyê hate ragihandin, ji aliyê hikûmeta demkî ve hate binpêkirin û ev tişt hate gotin, “QSD’ê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de zêdeyî 12 hezar windahî dan û ji ber vê tevkariya xwe heya niha ji piştgiriya DYE’yê ya di çarçoveya koalîsyona navneteweyî de sûd wergirtiye. Lê belê ev piştgirî roja sêşemê bi dawî bû, QSD car din tenê hate hiştin. Nûnerê taybet ê DYE’yê Tom Barrack di daxuyaniyeke xwe de berpirsyariya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê dewrî hikûmeta Sûriyeyê kiriye; lê di rojên dawî de bi sedan girtî ji aliyê hêzên vê hikûmetê ve hatin berdan.

Tundiya li dijî Rêveberiya Xweser û Kurdan mixabin nû nîne. Di meha Adara 2025’an de bi hinceta ku kadroyên rejîma Esad a berê rabûne serhildanê, hêzên hikûmetê li dijî civakên Elewî komkujî pêk anîn, ev êrîş di tevahiya salê de dom kirin. Di meha Tîrmehê de jî civakên Durzî bûn hedefa êrîşên dijwar. Ev polîtîka û komkujiyên li dijî komên etnîk û olî, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Îmzevanan ragihand ku Yekîtiya Ewropayê ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê 620 milyon euro pere daye hikûmeta Sûriyeyê û got, “Neteweyên Yekbûyî û dewletên endam divê garantî bike ku korîdora mirovî ya ji bo bajarê Kobanê were domandin û dabînkirina av û elektrîkê ya ji bo wir were garantîkirin.”

Îmzevanên ewilî yên metna ku ji aliyê zêdeyî 400 kesayetên naskirî ve hatiye îmzekirin, bi vî rengî ye:

Gilbert Mitterrand – Serokê Weqfa Danielle Mitterrand

Olivier Faure – Parlamenterê Seine-et-Marne

Grégory Doucet – Serokê Şaredariya Lyon

Jean-Luc Mélenchon – Ji Hevserokatiya Enstîtuya La Boétie

Marine Tondelier – Endama Konseya Herêmî ya Hauts-de-France

Dylan Boutiflat – Ji Sekreteriya Navneteweyî ya Sosyalist Partî

Marie Pochon – Parlamentera Drôme

Mathilde Panot – Ji parlamenteriya Val-de-Marne

Gabriel Amard – Parlamenterê Rhône

Thomas Portes – Parlamenterê Seine-Saint-Denis

Danielle Simonnet – Parlamenterê Paris

Rémi Féraud – Senatorê Paris

Laurence Harribey – Ji senatoriya Gironde

Geneviève Garrigos – Endamê Konseya Paris, rêveberê berê yê Amnesty International

Zerrin Bataray – parêzer, Endama Konseya Herêmî ya Auvergne-Rhône-Alpes

Hélène Conway-Mouret – Senatora nûneriya Fransiyên li dervey welêt, Alîkara Serokatiya Komîsyona Karên Derve û Parastina Neteweyî

Cyrielle Chatelain – Parlamentera Isère, Seroka Koma Meclîsa Ekolojîst û Sosyal a Neteweyî

Noël Mamère – Endamê berê yê Parlamentoya Ewropayê û Serokê berê yê şaredariya Bègles

Antoine Back – Alîkarê Serokatiya Şaredariya Grenoble

Pascal Troadec – Alîkarê Serokatiya Şaredariya Grigny

Anna Pic – Parlamentera Manche, Seroka Koma Navneteweyî ya Partiya Sosyalist

Laetitia Hamot – Ji Serokatiya Şaredariya La Crèche

Michael Löwy – Dîrektorê lêkolînê yê CNRS emeritus

Barbara Glowczewski – Dîrektora lêkolînê ya CNRS emeritus

Pierre Dardot – Filozof

Ugo Palheta – Sosyolog, Endamtiya perwerdeya Zanîngeha Lille

Laurent Jeanpierre – Siyasetmedar, Profesorê Zanîngeha Paris 1

Laurence De Cock – Dîroknas

Geneviève Azam – Ekonomist, Ji endamtiya Desteya Rêveberiya Weqfa Danielle Mitterrand

Olivier Grojean – Ji endamtiya perwerdeya Zanîngeha Paris 1

Hamit Bozarslan – Dîrektorê lêkolînê yê li EHESS’ê

Engin Sustam – Endamê perwerdeya Zanîngeha Paris 8

Alain Damasio – Nivîskar

Erik Orsenna – Nivîskar, Endamê Akademiya Fransî

Titi Robin – Muzîkjen hunermend

Alessandro Pignocchi – Nivîskarê roman

Élise Thiébaut – Nivîskar û Rojnamevan

Laurence Thiriat – Derhêner

Corinne Morel-Darleux – Nivîskar, ji Rêveberiya Weqfa Danielle Mitterrand

Olivier Rabourdin – Lîstokvan

Guillaume Meurice – Komedyen û xebatkarê bernameya radyo

Audrey Vernon – Komedyen û lîstokvan

Peggy Pascal – Ji Hevserokatiya Koma URD (Rewşa Lezgîn, Rehabilitasyon, Pêşveçûn) û ji Dîrektoriya Giştî ya Véronique de Geoffroy

Céline Méresse – ji Serokatiya CRID

Anne Feray ve François Sauterey – Hevserokên MRAP’ê

Tony Rublon – Serokê Komeleya Dostatiyên Kurd a Bretagne

Chloé Gerbier – Ji Terres de Luttes hiqûqnas

Murat Okundu – Berdevkê People’s Bridge

Eric Buchet – Serokê Experts Solidaires

Gustavah Massiah – Damezrînerê CEDETIM, alîkarê serokatiya berê ya ATTAC

Aïssa Rahmoune – Sekreteriya Giştî ya FIDH

Roseline Kisa, Pascal Torre – Hevserokên France Kurdistan û Sylvie Jan – hevkarê damezrîner

Les Soulèvements de la Terre …