EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Strasbourgê bi hezaran kes li kolanan in: Em ê li Rojavayê bi ser bikevin
Li Strasbourgê bi beşdariya bi hezaran kesî mîting hat lidarxistin. Nûnerê DEM Partî yê YE'yê Fayık Yağızay di mîtingê de axivî û bang li YE'yê kir: "Bêyî ku derbarê komkujiya li Helebê peyvekê jî bibêjin, 620 mîlyon euro piştgirî dan. Xwelî li we be." -
Banga ji zêdetirî 100 hunermend, hiqûqnas, aktîvîst û kolektîfên navneteweyî
Birîna elektrîk û ava li Kobanê, bi daxuyaniya hevpar a zêdetirî 100 hunermend, aktîvîst û hiqûqnasên navneteweyî hate rojevê. Delegasyona aştiyê bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê û êrîşên HTŞ’ê. -
Kurdistanî ji Londonê heta Cardiffê li ser piyan in: Sûcê şer rawestînin!
Bi hezaran Kurdistanî li bajarên London, Hull, Birmingham û Leeds ên Îngilîstanê û bajarê Cardiffê welatê Galler daketin kolanan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Kurdistaniyên ku herikînin kolanan ev peyam dan, “Vî sûcê şer rawestînin.” -
Bi deh hezaran kes li Frankfurtê daketin qadan: Colanî bermahiya DAÎŞ’ê ye!
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, êrîşên DAÎŞ-HTŞ’ê ya di bin serokatiya Colanî de bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan peyama, “Em ê dev ji têkoşînê bernedin” dan. -
Li Parîsê bi deh hezaran kesan got: Rojava rûmet e, em Lozana Duyemîn qebûl nakin
Li Parîsê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan li dijî êrîşên li ser Rojava û planên navneteweyî yên li ser Netewa Kurd daketin kolanan. Bi deh hezaran kesan peyama “Rojava rûmet e, em Lozana Duyemîn qebûl nakin” da. -
Li Japonyayê Kurd û dostên wan ên Japon ji bo Rojava çalakî lidarxistin
Kurd û dostên wan ên Japon ên ku li eyaleta Saitama ê Japonyayê dijîn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyamên piştevaniyê bi gelê Kurd re dan. -
Wê sibê ji bo siyasetmedar Selîm Sadak merasîm were lidarxistin
Ji bo Siyasetmedar Selîm Sadak ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, wê sibê li Ilsfeldê merasîm were lidarxistin. -
Kurdistanî û dostên wan li Danimarkayê daketin qadan
Li Danimarkayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li paytext Kopenhagê meş û mitîng li dar xistin. -
Li Atinayê bi sedan kes êrîşên li ser Rojava protesto kirin
Bi sedan kes li Atinayê bi meşekî girseyî êrîşên li Sûriye û Rojavayê li ser Kurdan, dorpêça Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû protesto kirin. -
CUP: Rojava û şoreşa gelan biparêzin!
CUP a li Katalonyayê di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşên li ser Rojava de rêveberiya Colanî, dewleta Tirk û hêzên emperyalîst şermezar kir û banga piştevaniyê bi gelê Kurd re kir. -
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Brukselê civiyan
Nûnerên partî û saziyên Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Belçîka Brukselê di civîneke awarte de hatin cem hev. Di civînê de geşedanên li herêmê hatin nirxandin û bal hat kişandin ser lezgîniya girtina helwesteke neteweyî. -
Aktîvîstên Fransî ji bo Rojava meşiyan
Li bajarê Marsilya yê Fransayê bi pêşengtiya ‘’Collectif Internationaliste Marseille–Kurdistanê (CIMK)” meşa piştevaniya li gel Rojava hate lidarxistin. -
Li Stavropolê dijî êrîşên li ser Rojava daxuyanî hate dayîn
Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê, li gel tevlîbûna nûnerên sazîyên Kurd ên ji navçeyên bajêr têkildarî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin. -
Êrişên li ser Rojava li Arizonayê hatin şermezarkirin
Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Tuscon ê eyaleta Arizona ya DYE'yê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava li hev kom bûn. Di çalakiyê de ya li ber Jacome Palayê dirûşma 'Êdî bes e' hate qîrîn. -
Pauline ya ku tevlî Karwana Gel bû: Em dixwazin bêdengiyê bişkînin
Pauline, ku ji Lozanê tevlî Karwana Gel a (RiseUp4Rojava) bû got ku ew ê “Her tiştî bikin da ku bêdengiyê bişkînin û piştgiriyê bidin berxwedanê.” -
Li Tambovê êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Li navçeya Tambov a Rûsyayê, êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin. -
Air France û KLM’ê ji ber rageşiya li Rojhilata Navîn seferên xwe dane sekinandin
Air Franceyê ji ber rageşiya jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn seferên xwe yên ji bo Dubaiyê bi demkî dane sekinandin û şîrketa Hollandayî KLM’ê jî ragihand ku wê seferên xwe yên ji bo Rojhilata Navîn dane sekinandin. -
Li Frankfurtê meşa girseyî ya ji bo Rojava
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe bi rengekî girseyî meşiyan û êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojava şermezar kirin. -
Li Kanadayê çalakî dewam dikin: Berxwedan li her cihî ye, Kurd wê bi ser bikevin
Kurdistaniyên li çar aliyên Kanadayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava li Ottawayê li hev kom bûn. -
Li Şîliyê li ber Konsolosxaneya Tirk çalakî hate lidarxistin
Jinên ku li paytexta Şîlî Santiagoyê kom bûn, êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ ên li ser Rojava protesto kirin û peyama hevgirtinê bi jinên Kurd re dan. -
Li Îtalyayê çalakiyên ‘Agirê berxwedanê li her derê pêxin’ mezin dibe
Li gelek bajarên Îtalyayê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û pişgiriyê bidin berxwedanê çalakiyên “Agirê berxwedanê li her derê pêxin” tên lidarxistin û her ku diçe mezin dibe. -
Li Swêdê Sosyal Demokratan êrîşên li ser Kurdan şermezar kirin
Beriya mîtîngeke ku tê payîn bi deh hezaran kes beşdar bibin, hewldanên dîplomatîk zêde bûn. Partiya sereke ya muxalefetê Sosyal Demokratan daxuyaniyeke nivîskî dan. Partiya Çep jî ji bo mîtînga sibê bang kir. -
Li Viyanayê bi hezaran kes dîsa li kolanan bûn
Li Viyanayê bi beşdariya bi hezaran kesan meşek hat lidarxistin. Di meşê de hat xuya kirin ku têkoşîna li Rojava, têkoşîna hemû gelên ku azadî û demokrasiyê dixwazin e û bang li mezinkirina piştgiriyê bi Rojava re hate kirin. -
Caravana Gelan ji Berlînê ber bi Rojava ve bi rê ket
Piştî bajarên Hannover û Kolnê yên Almanyayê, ji Berlînê jî komek enternasyonalist ji bo piştgiriya Rojava bi rê ket. -
Li Ewropayê berxwedana Rojava bi grafîtan tê dîtin
Gelê Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê û ji bo piştgiriya şoreşa Rojava, li gelek bajarên Ewropayê kuçeyên û diwaran bi çalakiyên dîtbar tije dikin.