Kurdistanî û dostên wan, di meşên ku li gelek bajarên Elmanyayê hatin lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
MUNSTER
Kurdistaniyên ku bi rojan in çalakî û meşên xwe didomînin, di roja 10’emîn a çalakiyên xwe de, carekî din daketin qadan. Li bajarê Munster ê Elmanyayê, bi pêşengiya, Ciwanên Munster TCŞ, tevgera jinan, Meclîsa Herêmî û dostên Kurdan ve, çalakî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî (HBF) destpê kir.
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku agirbestekî demkî ne têrker e û hate diyarkirin ku ew ê heta ku statuyeke mayînde ji bo gelê Kurd were naskirin, li qadan bin.
Di çarçoveya çalakiyê de, girseyê ji kolanên herî gelebalix ê bajêr dest bi meşê kir, ji stasyona trenê ya navendî heta Ludgeriplatz û ji wir heta navenda bajêr meşiyan. Di daxuyaniyên li pêşiya Rathaus (Şaredariyê) de, êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku heta ku gelê Kurd wê heta azadiya Rojava pêk were, têkoşîna xwe bidomîne.
Meş piştre, dîsa heta Stasyona Trenê ya Navendî dewam kir û li vir bi dawî bû. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
FREIBURG
Li bajarê Freiburgê yê Elmanyayê, Kurdistanî û derdorên piştgiriyê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nuda li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan. Di meşê de ji bo balê bikşînin ser êrîşên DAÎŞ’ê şanoyek kurt hat pêşkêşkirin. Di çalakiyê de nûnerên Meclîsa Jinan a Nuda, Komeleya Elewiyan a Freiburgê û FKU’yê beşdar bûn û daxuyanî dan. Komeleya Elewiyan a Freiburgê destnîşan kir ku Rojava ji bo gelê Kurd ne tenê erdnîgariyek e, lê modelek e ku jiyana azad û wekhev lê şîn bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li Rojava xweseriya demokratîk esas tê girtin û biryar ji aliyê gel ve tên girtin. Gel û baweriyên cuda bi hev re dijîn. Jin birêxistinkirî ne û bi pergala hevserokatiyê di rêveberiyê de cih digirin. Ev têgihiştin bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jiyan dibîne.” Komeleyê diyar kir ku Rojava rastî bombeyan, hedefgirtina binesaziya sivîl û koçberkirina bi darê zorê tê, û got ku bêdengiya dewletên Ewropayê tercîhekî polîtîk e. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev êrîş li dijî vîna azadî û xwe-rêveberiya gelê Kurd in. Piştgirî ne tenê hestek e, berpirsiyariyekî polîtîk e.”
STUTTGART
Li navenda Stuttgartê bi banga YJKE-BW, FED-GEL û ADGB Stuttgartê, Kurdistanî, sosyalîst û dostên wan meşek girseyî pêk anîn. PYD, YNK, PDK-Î û PDK’a Başûr jî beşdar bûn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku peymana navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê girîng e, lê divê di pratîkê de gavan bavejin. Hat gotin ku dorpêça li ser Kobanê berdewam dike û astengkirina alîkariyên mirovî ji aliyê dewleta Tirk ve hat protestokirin.
BOCHUM
Li navenda bajarê Bochumê, Kurdistanî û dostên wan bi alayên YPG û YPJ’ê ber bi stasyona trênê ya navendî ve meşiyan. Bi sloganên “Kurd yek in”, “Bijî Berxwedana Rojava” meşek hat lidarxistin. Li ber stasyonê bi zimanê Elmanî agahdarî hatin dayîn. Li ser navê "Bochumer Appell" û "Rat von unten", Militan Alo û Selma Gunbay daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava anîn ziman.
KOLN
Li ber HBF a Kolnê, Kurdistanî û komên enternasyonalîst bi pankartên şermezarkirina komkujiyan meşiyan. Polîsan xwest ku pêşiya meşê bigire û nehişt alayên YPG û YPJ’ê bên hildan. Tevî zextên polîsan, girse heta Ebertplatzê meşiya. Hewldanên provokatîf ên polîsên Kolnê bi taybetî li dijî enternasyonalîstan di daxuyanî û axaftinan de hatin şermezarkirin.
BODENSEE
Li Bodensee jî Kurdistanî li ber Hauptbahnhofê civiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Girse sloganên “Bijî Rojava”, “Stop massacres” û “Terorîst Colanî” berz kirin. Di daxuyaniyan de daxwaz hat kirin ku êrîş tavilê rawestin û bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li dijî van komkujiyan bêdeng nemînin.
LEIPZIG
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrişên HTŞ û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de yên li ser Rojava, qada Marktplatzê dagirtin. Di çalakiyê de li gel alayên YPG-YPJ û Kurdistanê, dowîzên ku komkujiyên HTŞ’ê nîşan didan hatin hilgirtin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistan û şoreşê dest pê kir. Meş ji Marktplatzê dest pê kir û heta ber nexweşxaneya ku ciwanê Kurd ê Rojhilatî lê radize yê ku roja berê ji aliyê alîgirên HTŞ’ê ve bi kêran hatibû birîndarkirin berdewam kir. Di dirêjahiya meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin berz kirin. Di axaftinan de bang li çar parçeyên Kurdistanê û gelên cîhanê hate kirin ku piştgirî bidin berxwedana Rojava. Meş piştre bi awayekî bêdeng bi dawî bû.
DRESDEN
Gelê Kurd û dostên wan ên li Dresdenê dijîn, çalakiyên xwe yên piştgiriyê yên ku bi rojên ku li dijî êrişên ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine, domandin. Girseya ku alayên YPG û YPJ’ê hilgirtibûn, bi dowîzên "Defend Rojava" , "Rojava ne bi tenê ye" û "Bila êrişên li ser gelê Kurd werin rawestandin" meş û protestoyên xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de bi dirûşmên ku hatin berz kirin bang li Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî hat kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrişên li Rojava sûcê mirovahiyê ne û hat gotin ku divê YE li hember vê yekê bêdeng nemîne.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û ji bo piştgiriya gelê Rojava, li Oranienplatzê hatin cem hev. Girsê alayên YPG û YPJ’ê hildan û bi dowîzên "Defend Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Bila êrişên li ser gelê Kurd werin rawestandin" bang li Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî kirin ku bikevin tevgerê. Meşa ku bi banga hevpar a Nav-Berlin, Meclîsa Jinê ya Destdan, WDR Berlin, GK Berlin, Jinên Ciwan Berlin, KJAR Berlin, Kongra-Star Berlin, Ciwanên Berlin, Navenda Çanda Rojava, Cenî û Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê di saet 16.00’an de dest pê kir, li Oranienplatzê bi beşdariyeke girseyî pêk hat.
Nûnera DEM Partiyê ya Elmanyayê Leyla Îmret û endamê Meclîsa Federal a Elmanyayê Pascal Meiser di çalakiyê de axivîn; êrişên li Rojava, piştgiriya ji çeteyên HTŞ’ê re û bêdengiya navneteweyî rexne kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êriş demokrasî, aştî û azadiya jinê hedef digirin û rola Tirkiyeyê jî pêvajoyê sabote dike. Çalakgeran ji Yekîtiya Ewropayê xwestin ku li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li herêmê helwesteke zelal nîşan bide, mafên siyasî û mirovî yên gelê Kurd biparêze û ji bo rawestandina êrişên li ser Rojava gavên berbiçav biavêje. Protesto li Alexanderplatzê bi dirûşm û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.