Li Bielefeldê ji bo Rojava konê alîkariyê hat vedan

Li bajarê Bielefeld a Elmanyayê ji ber êrîş û dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Însîyatîfa Aştî û Hêvî kampanyaya alîkariya mirovî ya lezgîn hat destpêkirin.

Li bajarê Bielefeld a Elmanya, Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî (Initiative Frieden und Hoffnung) ji ber êrîş û dorpêça li ser Rojava kampanyayeke alîkariya mirovî ya lezgîn da destpêkirin. Konê alîkariyê yê li navenda bajêr hatibû danîn, rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat.

Înîsiyatîfê, ragihand ku alîkariya berhevkirî dê radestî saziyên herêmî yên li Rojava were kirin. Di daxuyaniyê de, hate diyar kirin ku sivîl, zarok û malbatên koçber bi taybetî di şert û mercên zivistanê de bi pirsgirêkên mirovî yên cidî re rû bi rû ne.

Hat diyarkirin ku kampanyaya ku her sal di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de tê lidarxistin, îsal ji ber êrîşên berdewam hatiye dirêjkirin û veguheriye seferberiyeke alîkariyê ya berfireh ji bo piştgiriya Rojava.