Li paytexta Frasa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîş û planên tasfiyeyê yên li dijî Rojava daketin qadan. Bi hezaran kesên ku îro di saet 14:00’an de li Qada République li hev civiyan, bi dirûşmeya, “Rojava Biparêze” daxwazên xwe anîn ser ziman.
Girseyê ji Qada République heta Qada Bastille meşiyan û daxwazên xwe gotin. Di tevahiya meşê de îşaret bi gef û planên tasfiyeyê yên li ser Rojava hate kirin û hate destnîşankirin ku peymana ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hatiye îmzekirin, bi tena serê xwe ne têrker e. Girseyê destnîşan kir ku heta Rêveberiya Xweser bi qanûnên neteweyî û navneteweyî neyê mîsogerkirin, wê gef her tim hebin.
Di daxuyaniyên li Qada Bastillê de, endamê Dîwanê yê KCDK-E’yê Murat Ceylan diyar kir ku têkoşîna wan wê heta ku çar parçeyê Kurdistanê bibe xwedî statu dewam bike.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo demokrasî, azadî û wekheviya gelan a Rojhilata navîn jî xwedî destkeftiyeke dîrokî ye.
Girseyê bilêv kir ku ew ê li hemberî êrîş û gefên gêngaz bêdeng nemînin û peyama, “Em di nobeta parastinê de ne” dan. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî Mahabad, bijî Qamişlo, bijî Rojava, Kurdistan yek e, Rojava Rojhilat e, Kurdistan Yek Welat e” hatin berzkirin û gelek caran bangên piştevaniyê bi Rojava re hat kirin.