BI DÎMEN

Li Brukselê Kurdistanî ji bo piştevaniya Rojava li qadan bûn

Kurdistanî û dostên wan ên ku li navenda Brukselê li hev civiyan û ber bi saziyên Yekîtiya Ewropayê ve meşiyan, daxwaza naskirina statuya Rojava kirin û ambargoya li ser Kobanê protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li navenda Brukselê li hev civiyan, li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan. Girseyê ber bi herêma ku saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne meşiyan. Di meşê de pankarta mezin a bi nivîsa, “Bila statu ji bo Rojava bê naskirin” hat hilgirtin.

Beşdaran gelek caran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ” û “Jin, jiyan, azadî” berzkirin. Di dema meşê de pankartên ku ambargoya li ser Kobanê şermezar dikin, hatin hilgirtin.

Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana Rojava û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate kirin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.