BI DÎMEN

Li Fransayê meşa bi hezaran kesî ya ji bo Rojava berdewam dike

Di meşên ku li bajarên Brest, Nantes, Rennes û Mulhouse’ê hatin lidarxistin de, Kurdan û dostên wan destnîşan kirin ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava têkoşîna xwe bidomînin.

Li çar bajarên Fransayê bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û dayîna peyamên piştgiriyê daketin kolanan.

BREST

Li bajarê Brestê yê Fransayê bi armanca piştgiriya Rojava meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Gelê Demokratîk a Brestê hat organîzekirin, li Meydana Place de Liberté dest pê kir, li dirêjahiya kolana Rue Siam berdewam kir û li herêma Recouvrance bi axaftinan bi dawî bû.

Di dema meşê de sloganên “Piştgirî ji bo Rojava” hatin berzkirin û êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Înîsiyatîfa Gelê Kurd a Demokratîk a Lorientê û saziyên wekî UCL (Union Communiste Libertaire) û Révolution Permanente jî piştgirî dan çalakiyê.

NANTES

Li bajarê Nantesê yê Fransayê, Kurdistanî û derdorên piştgiriyê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û planên tasfiyeyê daketin qadan. Bi hezaran kesên ku saet di 15.30’an de li Meydana Commerce civiyan, bi sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” daxwazên xwe anîn ziman.

Girseya gel ji Meydana Commerce heta Château des ducs de Bretagne meşiya. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku peymana di navbera Rêveberiya Xweser û otorîteya navendî ya Sûriyeyê de bi tenê têrê nake; heta ku Rêveberiya Xweser bi qanûnên neteweyî û navneteweyî neyê mîsogerkirin, rîsk wê berdewam bikin. Li ser navê Meclîsa Nantesê, Çekdar Amanos axivî û bang li gel kir ku her dem li qadan bin û got: “Em dijminê xwe nas dikin.”

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê, îro zêdetirî 1000 kesî beşdarî meşa li dijî êrîşên ser Rojava bûn. Çalakî li Place du Colombier bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi Fransî dest pê kir. Hat gotin ku hedefgirtina sivîlan û zarokan “sûcê şer” e.

Beşdaran sloganên wekî “Solution politique pour le Kurdistan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Kujer Erdogan” berz kirin. Li Meydana Place de la République, zarokan ji bo bîranîna zarokên li Rojava hatine qetilkirin nîşandanek pêşkêş kirin û balonên aştiyê berdan ezmên.

MULHOUSE

Li bajarê Mulhouseê di 31ê Rêbendana 2026an de bi hezaran kes bi dirûşma “Rojava Biparêze û Xwedî Lê Derkeve” civiyan. Meş bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Beşdaran alayên YPG, YPJ û herêma Kurdistanê hildan û bal kişandin ser sûcên HTŞ/DAÎŞ’ê yên li dijî mirovahiyê.

Nûnerên Partiya Komunîst, NPA-Révolutionnaire û Komeleya Mafên Mirovan jî beşdar bûn û diyar kirin ku ew di her şert û mercî de li kêleka gelê Kurd in. Hat destnîşankirin ku divê li şûna fîgurên wekî Colanî, gelê Rojava yê ku nirxên demokratîk û azadiya jinê diparêze bibe muxatab.

BESANÇON

Li bajarê Besançonê bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava li qadan bûn. Meşa ku bi pêşengiya jin û ciwanan birêve çû, veguherî mîtîngekê. Beşdaran sloganên “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Rojava ji bo demokrasiya herêmê û azadiya jinê modeleke bêhempa ye.