BI DÎMEN

Li Abya Yala ji bo berxwedana Rojava Çalakî

Di çarçoveya kampanyayên navnetewî yên piştgiriyê yên bi navê ‘RiseUp 4 Rojava’ û ‘Women Defend Rojava’ de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, li gelek deverên Abya Yalayê çalakiyên piştgiriyê didomin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘RiseUp 4 Rojava’ de, di navbera 25’ê Çile-1’ê Sibatê de li gelek deverên Abya Yalayê rêxistinbûn û çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Ji Meksîkayê bigire heta Kolombiyayê, ji Brezîlyayê bigire heta Şîlîyê gelek deveran çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.

Ji Abya Yalayê Heta Rojava Deng Bidin, Parastina Jiyanê Ji Bo Me Pir Girîng ê!

Di çarçoveya bangewaziya çalakiyê ya ji bo Rojava de, li São Paulo’yê di 30’ê Çileyê de gelek rêxistin ji bo piştgiriyê li hev civiyan. Endamên Kolektîfa Xwebûn, NUPIEC (Navenda Lêkolînên Pirsgirêka Kurd), Tevgera Sosyalîst û gelek komên ciwanan, civînek li dar xistin da ku rewşa Rojavayê nîqaş bikin.

Di vê çalakiyê de endamên Kolektîfa Xwebûn dîroka berxwedana gelê Kurd vegotin; bi taybetî têkoşîna azadkirina Kobanê ya di sala 2014’an de û rola jinên YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hatin ziman. Û bandora êrîşên nû hatin nîqaşkirin; rejîma demkî ya Sûriyê, Tirkiye û komên çeteyên HTŞ’ê ji ber sûcên şer ên li dijî gelê Rojava hatin şermezarkirin.

Di dawiya kombûnê de beşdaran peyamek piştgiriyê ji gelê Kurd re şandin û gotin ku ew li gel têkoşîna gelê Kurd in û parastina Rojava pêwîst e. Di peyamê de ev gotin derketin pêş: “Ji Abya Yalayê bigire heta Rojava’yê deng bidin, parastina jiyanê ji bo me pir girîng e!”

“Ji Brezîlyayê Bigire Heta Rojava’yê, Em Şoreşê Biparêzin, Em ê Kobanê Biparêzin.”

Li deverên cuda yên Brezîlyayê, di çarçoveya kampanyaya piştgiriya cîhanî ya bi Rojava re, bernameyên nû berdewam dikin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Women Defend Rojava’ de, di roja 31’ê Çileyê -di Roja Çalakiya Cîhanî ya Parastina Jinan de- kolektîfa jin a bi navê Juntas a girêdayî Tevgera Çep a Sosyalîst a Brezîlyayê (MES), bi rêya medyaya dîjîtal tevlî kampanyaya piştgiriyê bû û piştgirî da têkoşîna jinên Kurd.

Kolektîfa Juntas di dîmenê ku parvekirî de bang li jinên Brezîlyayê kir ku Rojava biparêzin û ev peyam parve kir:

“Di 31ê Çile’yê de, em li gel jinên şoreşger ên Kurd in. Ew ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê hêviyek in.”