BI DÎMEN

Li Den Haag’ê zêdetirî 10 hezar kes ji bo Rojava meşiyan

Li bajarê Den Haag’ê yê Hollandayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, êrîşên HTŞ-DAÎŞ û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kirin.

Li bajarê Den Haag’ê yê Hollandayê, zêdetirî 10 hezar kes, êrîşên ku HTŞ-DAÎŞ û çeteyên di bin bandora dewleta Tirk de li ser Rojavayê Kurdistanê destpê kirine û komkujiyên ku pêk anîne protesto kirin. Ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdaran tevlî çalakiyê bûn, her wiha enternasyonalîst, anarşîstên Hollandî û koma çalakvan a “Rode Morgan” jî piştgirî dan.

Girse li Parka Malieveld kom bûn, bi strana “Ey Reqîb”ê ji bo şehîdan yek deqe rêz girtin. Piştî wê, bi Kurdî (Kurmancî û Soranî), Hollandî û Îngilîzî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku Peymana Parîsê piştî sed salan careke din Lozaneke duyemîn e ku li pêşberî Kurdan hatiye danîn, armanc ew e ku Rojava û Kurdên Rojhilata Navîn bê siyaset û bê statû bihêlin. Lê belê bi berxwedana xurt a li her çar perçeyên Kurdistanê û di diasporayê de ev plan têk biriye.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrîş û komkujiyên hovane yên hatine destpêkirin hemû Kurdan li dora hev kom kirine û yekîtiya netewî wê bi serkeftinê bi dawî bibe.

Piştî axaftinan, girse bi pankart û wêneyên ku sûcên mirovahiyê yên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê pêk anîne rakirin û meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Meş li ber Dadgeha Edaletê ya Laheyê bi dawî bû, li wir dirûşmeyên li dijî Erdogan û Colani yên ku sûcên mirovahiyê dikin hatin gotin û hate gotin ku alîkariya darayî ya ku Yekîtiya Ewropayê soz daye hikûmeta Şamê, dê bibe “alîkariya terorîzmê”. Di dema çalakiyê de jineke polîsê Hollandî porê xwe girê da û piştgiriya xwe ji çalakvanan re nîşan da, ev yek bi çepikan hate pêşwazîkirin.

Kom piştî meşê dîsa vegeriya Parka Malieveld û çalakiya xwe bi dawî kir.