EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji Navenda Olof Palme ya Navneteweyî daxuyaniya têkildarî Rojava
Saziya fikrî ya herî girîng a Swêdê Olof Palme International Center daxuyaniyek da û got, "Mafên gelê Kurd careke din di bin gefê de ne." -
Li Barcelonayê çalakiya ji bo piştgiriya Rojava: Aktîvîst ketin avahiya La Pedrera
Li bajarê Barcelona aktîvîstên ku piştgiriyê didin tevgera Kurd, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava ketin hundirê avahiya modernîst La Pedrera ya li navenda bajêr. -
Li Munîh, Parîs û Washingtonê çalakiyên ji bo Rojava
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, banliyoyeke herêma Parîs a Fransayê û bajarê Washington ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî hatin lidarxistin. -
Parlamenterê Fransî Girard: Li Rojava ewlehiya Kurdan ji bo aştiya mayînde şert e
Parlamenterê Ekolojîst ê Fransî Damien Girard, diyar kir ku li Rojava êrîşên li ser sivîlan binpêkirina eşkere ya hiqûqa şer e û got ku ewlehiya Kurdan şerta pêşîn a aştiya mayînde ye. -
Siyasetmedarên Îngilîz: Divê hikûmeta Brîtanya û civaka navnetewî bikevin tevgerê
Di dema ku êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî li ser Rojava didomin de, siyasetmedarên Îngilîz banga hikûmeta Brîtanya, dewletên din û civaka navnetewî dikin ku li dijî vê yekê tevbigerin. -
Li Liverpoolê protestoya Rojava: Bêdengiya we şerm e!
Li bajarê Liverpoolê yê Brîtanyayê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin, êrîşên li ser Rojava û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin protestokirin. Bi hezaran kes bang li rawestandina êrîşên li ser gelê Kurd kirin. -
Li London, Hull û zanîngehê çalakiyên 'Rojava biparêze'
Di serî de li paytexta Îngiltere London û gelek bajaran Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeya "Rojava biparêze" çalakî li dar xistin û bi gotina "Bijî berxwedana Rojava" Rojava silav kirin. -
Li Helsinkiyê Kurd qadan neterikandin
Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, di meşa ku piştgiriya berxwedana Rojava hat kirin de bang hate kirin ku êrîşên li ser Rojava bêne rawestandin û alîkariya mirovahî ya lezgîn ji sivîlan re bê peydakirin. -
Li Viyanayê bi hezaran gotin: Rojava rûmeta me ye!
Li Viyanayê bi hezaran Kurdisyanî û dostên wan li dijî êrîşên DAÎŞ-HTŞ’ê yên li ser Rojava protesto kirin û bi yek dengî gotin: "Rojava rûmeta me ye.” Her wiha bang kirin ku saet 18.00’an de li Qada Operayê kom bibin. -
Li Hannoverê mafên rojnamevan Denîz Babîr hatin binpêkirin
Rojnamevan Denîz Babîr dema ji şopandina nûçeyê vedigeriya, ji aliyê peywirdarê ewlehiyê yê taybet ê îstasyona trênê ve rastî tundiya fîzîkî hat û alavên wî hatin desteserkirin. Rojnamevan ê ku serbest hate berdan diyar kir ku ew ê giliyê peywirdar bike. -
Li Sandvîken û Karlstadê ji bo Rojava çalakiyên piştgiriyê
Li bajarên Sandvîken û Karlstadê yên Swêdê, bi sedan kes li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyamên piştgiriya berxwedanê dan. -
NPA: Li Rojava şerê hebûnê tê meşandin, divê em biparêzin!
Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û ji bo piştgiriyê, Partiya Nû ya Antîkapîtalîst a Fransayê (NPA) daxuyaniyek weşand û got: “Hedef demokrasî, yekîtiya gelan û azadiya jinê ye. Şerê hebûnê tê meşandin. Divê em vê şoreşê biparêzin!” -
Ji Almanyayê heta Myanmarê, enternasyonalîst ji bo Rojava çalaki dikin
Ji Almanyayê heta paytexta Katalonya Barselonayê û Myanmarê, bi çalakiyên piştevaniyê yên dirêj, jin û enternasyonalîst ji bo êrîşên li ser Rojava hestiyariyê çêbikin û ji bo parastina şoreşê tevbigerin çalakiyan lidar dixin. -
Swîsre îro jî bi yek deng bû: Bijî Berxwedana Rojava!
Kurdistanî û dostên wan ên kul i Swîsreyê dijîn, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyên xwe roj bi roj mezin dikin. Di gelek bajaran de bi hezaran kes derketin qadan, berxwedana Rojava silav kirin û bang li mezinkirina piştevaniyê kirin. -
Kurdên li Fransayê ji bo Rojava li ser piyan e: Hêza me ya herî mezin yekîtiya neteweyî ye
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava li Nantes, Cannes, Parîs/Villiers-le-Bel û Strasbourgê meş û mîtîng lidar xistin û li dijî êrîşên qirkirinê peyama yekîtiya neteweyî dan. -
Kurd û dostên wan li Lefkoşayê: Em ê her roj Rojava biparêzin
Bi hezaran kesên ku li Lefkoşayê meşiyan, nerazîbûn nîşanî dewletên emperyalist dan ku çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve organîze dikin û peyama “Rojava ne bi tenê ye, em ê her roj li qadan bin” dan. -
Li Elmanyayê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re: Rojava biparêzin!
Kurd û dostên wan li gelek bajarên Elmanyayê, li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan protesto kirin û banga piştevaniya navneteweyî kirin. -
Li Anversê li dijî Kurdên çalakî dikirin êrîşa ‘terorê’: 6 birîndar
Konseya Demokratîk a Civakên Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) ragihand ku di êrîşeke terorîstî ya êvara 22’yê Çileyê de ku li dijî civaka Kurd li Anversê ya Belçîkayê pêk hat, sê kes bi giranî birîndar bûn. Polîs hejmara birîndaran wekî şeş ragihand. -
'Êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê, êrişa li ser hêviyê ye'
Akademîsyen, nivîskar û çalakvanên ji her derê cîhanê, banga piştgiriya bi gelê Kurd re dikin û dibêjin: 'Parastina Rojava berpirsyariyeke navneteweyî, meseleyeke piştgirî û mirovahiyê ye'." -
KCDK-E’yê hişyariya ‘Rê nedin provokasyonan’ da
KCDK-E’yê bang li gel kir ku di çalakiyên girseyî yên Ewropayê de ku li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ û HTŞ’ê tên lidarxistin, li dijî provokasyonan hişyar bin. -
Cîgirê Serokwezîrê Îngilîstanê Lammy bi şandeya Rojava re civiya
Cîgirê Serokwezîrê Îngilîstanê David Lammy, di bernameyeke li Londonê de bi şandeya Rojava re civiya û derbarê geşedanên dawî yên li Rojava û êrîşên artêşa Sûriyeyê ya li ser Kurdan de agahî girt. -
Li Davosê protostoya li dijî Colanî didome
Li bajarokê Davosê yê Swîsreyê ku Forumek Aborî ya Cîhanê lê tê li dar xistin, bi sedan Kurdistanî û şoreşgerên enternasyonalîst, êrişên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê yên di bin rêberiya Colanî de ku li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tînin, protesto kirin. -
Jinan li Hamburg û Dusseldorfê ji bo Rojava dosya pêşkêşî parlementer û çapemeniyê kirin
Endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn û jinên enternasyonal, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava dosya pêşkêşî parlementerên Elmanyayê û saziyên çapemeniyê kirin. Nûnerên TJK-E’yê Dusseldorfê jî bi Parlementerê SPD’ê Helge Lindh re hatin ba hev. -
Kurdistanî û dostên wan li Exeterê ji bo Rojava meşiyan
Li bajarê Exeter a Îngilîstanê, bi sedan Kurd û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava mîtîng û meşek li dar xistin û xwestin ku Keyaniya Yekbûyî li dijî bermahiyên DAÎŞê ku êrîşî Rojava dikin, bikeve tevgerê. -
Li Marsilyayê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
Li bajarê Marsilya yê Fransayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Polîsan bi gaza rondikrêj û copan êrîşî girseyî kirin.