Diyasporaya Ermenan: Tirkiye bêîstîkrariya li Sûriyeyê kûrtir dike
Diyasporaya Ermenan a Ewropayê hişyarî da ku Tirkiye bi rola xwe ya di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bêîstîkrariyê kûrtir dike.
Diyasporaya Ermenan a Ewropayê hişyarî da ku Tirkiye bi rola xwe ya di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bêîstîkrariyê kûrtir dike.
Federasyona Dad û Demokrasiyê ya Ermeniyên Ewropayê (EAFJD) ku navenda wê li Brukselê ye, diyar kir ku ew ji ber tundiya li Heleb û herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe, gelekî bi fikar in. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên çekdarî yên dawî rewşa nazik a li herêmê hîn girantir kiriye. Serokê EAFJD’ê Kaspar Karampetian diyar kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê rê li ber jinûve avakirina yekparebûna neteweyî digire. Karampetian anî ziman ku Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe hewl dide Sûriyeyê di nav bêîstîkrariyeke daîmî de bihêle.
Karampetian got, "Di dema dawî de Heleb û bi taybetî bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi tenêtiyeke giran a ku pevçûnên çekdarî jî di nav de ne re rû bi rû ye" û destnîşan kir ku dabînkirina lihevkirina navxweyî ji bo yekîtiya neteweyî gaveke jiyanî ye. Lê belê diyar kir ku ev pêvajo ji ber destwerdanên derve tê astengkirin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku dev ji gef û bikaranîna hêzê bê berdan û li şûna wê pêvajoyeke diyaloga siyasî ya avaker û berfireh bê destpêkirin.
EAFJD’ê destnîşan kir ku ji bo hemû civakên li Sûriyeyê dijîn, misogerkirina wekheviya medenî û çandî mercê sereke yê aştiyê ye. Federasyonê hişyarî da ku çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên çekdarî dê bibe sedema pevçûnên nû û got: "Diyaloga avaker, rêzgirtina li mafên medenî û pabendbûna bi normên navneteweyî, yekane rêya aştiya mayînde ya li Sûriyeyê ye." Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku geşedanan ji nêz ve bişopînin.
Ji aliyê din ve, Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Awustralyayê jî daxuyaniyeke wekhev weşand û "piştgiriya xwe ya bêdawî ya ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe û serweriya hemû gelan, di nav de gelê Kurd" dubare kir.