Li Norwichê ji bo Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî hate li dar xistin
Li bajarê Norwich ê Înglandê bi sedan Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Rojava meşeke girseyî li dar xistin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li dora Rojava bibin yek.
Li bajarê Norwich ê Înglandê bi sedan Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Rojava meşeke girseyî li dar xistin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li dora Rojava bibin yek.
Li bajarê Norwichê bi sedan Kurdistanî li ber avahiya îstasyonê hatin cem hev. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir û piştre sirûda "Ey Reqîb" hate xwendin.
Di çalakiya ku komên enternasyonalîst jî piştgirî danê de, alayên YPG, YPJ û Herêma Kurdistanê hatin hildan. Di meşê de pankart û dowîzên ku sûcên li dijî mirovahiyê yên çeteyên HTŞ/DAÎŞ’ê yên li hemberî gelê Kurd nîşan didan hatin hilgirtin. Beşdaran bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Bijî YPG-YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Di axaftinên ku li vir hatin kirin de hate diyarkirin ku divê her kesê ku bawer dike hîn dengekî dadweriyê heye û rûmet xwedî wateyekê ye, li dora Rojava bibe xelek. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelê Rojava li ber xwe dide, serî natewîne û ji bo jiyanê şer dike. Niha dem dema xwedîderketina li Rojava û dayîna deynê mirovahiyê ye.”
Bêdengiya Hikûmeta Înglandê jî bi tundî hate rexnekirin û wiha hate gotin: “Em behsa welatekî ku bi mîrateya sînorên emperyal hatiye parçekirin dikin; ji ber ku malbatên me tên kuştin û hikûmeta Brîtanî bêdengiyê hildibijêre. Artêşa Sûriyeyê ligel bermahiyên DAÎŞ’ê, careke din li dijî gelê Kurd jenosîdekê nû dikin. Em ne tenê ji bo protestoyê hatin vir. Em hatin ku daxwaz bikin cîhan hişyar bibe û guhdar bike.”
Çalakgeran piştre bi çepik, dirûşme û tîlîliyan ber bi Pirtûkxaneya Navendî ve meşiyan. Di dema meşê de eleqeyeke mezin a derdorê hebû û dirûşme nehatin birîn. Di vê navberê de, ciwanên Kurd destwerdan li provokasyoneke nijadperest kirin. Çalakî li ber îstasyonê bi sirûdan bi dawî bû.