EWROPA
Hemû Nûçe
-
Colanî ji Davosê re hate vexwendin: Kurdên li Swîsreyê kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin
Kurdên li Swîsreyê dijîn li hemberî vexwendina serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el-Şaraa (Colanî) ya ji bo Forûma Aboriyê ya Cîhanî (WEF) ku wê navbera 19-23’yê Çileyê li bajarê Davos ê Swîsreyê were lidarxistin, kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin. -
Li Spanyayê karesata trenê: Hejmara miriyan bû 39
Li herêma Endulusê ya Spanyayê, du trenên bi lez li hev ketin. Hejmara qurbaniyan gihîşt 39'an. rayedaran qeza bi gotina 'Gelekî ecêb û nayê îzahkirin' pênase kirin. -
Li Spanyayê qezaya trênê: Herî kêm 21 kes mirin û 73 jî birîndar bûn
Li herêma Endulus a Spanyayê trênek a bi lez ku di navbera Madrîd-Malaga seferî dikir, ji rê derket û bû sedema karesatek mezin. Di bûyerê de 21 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn. -
KCDK-E: Em ê parastina Rojava bidomînin
KCDK-E’yê got, “Em bang li gelê xwe, dostan û hemû hêzên demokratîk dikin ku li Ewropa û seranserî cîhanê têkoşîna ji bo parastina Rojava bi biryar bidomînin.” -
Kurdistaniyên li Kanadayê ji bo Rojava û Rojhilat daketin qadan
Kurdistaniyên li Kanadayê êrişên komên çete yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Toronto, Montreal, Vancouver, Calgary û Ottawayê bi meş û çalakiyan şermezar kirin. -
Li Berlînê piştgirî ji gelê Rojhilat re hate dayîn
Kurdistanî û dostên wan ên li Berlînê bi çalakiyekî girseyî êrîşên dewleta Îranê li Rojhilat li ser sivîlan protesto kirin û banga piştevaniyê ji bo serhildanên gel kirin. -
Bi hezaran kes li Elmanya û Hollandayê daketin qadan
Di çalakiyên li Elmanya û Hollandayê de êrîşên li ser Rojava û Rojhilat hatin protestokirin. Li Hannoverê du ciwan hatin binçavkirin û li bajarên din jî çalakiyên piştevaniyê yên girseyî hatin lidarxistin. -
Colanî serdana xwe ya Elmanyayê betal kir
Berdevkê hikûmeta Elmanyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Colanî, serdana xwe ya Berlînê ku hatibû plankirin rojên duşem û sêşemê pêk bihata, betal kiriye. -
Şehîdên Helebê li kantona Aargauyê bi girseyî hatin bibîranîn
Li bajarê Birr ê Sîwsreyê, şehîdên Helebê û şervanên azadiyê yên di demên dawî de şehîd bûne hatin bibîranîn. Di çalakiyê de banga xwedîderketin û seferberiyê ji bo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hate kirin. -
KNK’ê banga xwedîderketina li seferberiya giştî kir
KNK’ê bang li her kesî kir ku xwedî li biryara seferberiya giştî ya neteweyî ya Rêveberiya Xweser derkevin. -
Şehîdên Helebê li Lahrê hatin bibîranîn
Li bajarê Lahr ê Elmanyayê şehîdên Helebê hatin bibîranîn û hate destnîşankirin ku berxwedan û destkeftiyên li Rojava wê werin parastin. -
Banliyoyên Parîsê ji bo Rojava ketin tevgerê
Piştî banga KCK’ê ya parastina Şoreşa Rojava, li gelek bajarên Fransayê çalakî hatin lidarxistin. Di protestoyên li banliyoyên Melun, Drancy û Villiers-le-Bel ên Parîsê de li dijî êrîşên li ser Roajva banga berxwedanê hate kirin. -
EFFP: Serdana Colanî ya ji bo Elmanyayê nayê qebûlkirin
Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), diyar kir ku serdana fermî ya Colanî yê ku xwe wekî serokkomar îlan kiriye, ya di 19-20’ê Rêbendana 2026’an de ji bo Elmanyayê, "hewldana efûkirinê" ye û bang kir ku vexwendin bê betalkirin. -
Li Fransayê ji bo Rojava banga berxwedana bêdem hate kirin
Saziyên Kurd û demokratîk ên ku li Marsîlya, Strasbourgê û Normandiya li hev civiyan, li dijî êrîş û dorpêçkirinên li ser Rojava, biryara xwe ya çalakiya bêdem û bêîaetiya sivîl ragihandin. -
Li Kolnê hunermend ji bo Rojava bang kirin
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi pêşengiya TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn mitîngek hate lidarxistin. Hunermendên Kurd êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û banga lezgîn li raya giştî ya navneteweyî kirin. -
Li Duisburg û Karlsruhê mitînga protestoyî ya ji bo Rojava û Rojhilat
Li bajarên Duisburg û Karlsruhê yên Elmanyayê, li dijî êrîşên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, mitînga protestoyî hate lidaraxistin. -
Li banliyoya Parîsê çalakiya piştevaniyê ya bi Rojava re
Kurdistaniyên ku li gelek banliyoyên paytexta Fransa Parîsê daketin qadan, êrîşên HTŞ’ê û komên wekî wî yên li ser Rojava protesto kirin û peyamê berxwedanê dan. -
Li Elmanyayê zêdeyî 100 zanyar ji bo ‘Şera’ hişyarî da
Li Elmanyayê zêdeyî 100 zanyar ku di nav de parêzer û akademîsyen jî hene beriya serdana plankirî yê Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera ya 19’ê Çileyê ji hikûmeta federal re nameyek vekirî şandin. -
Li Trier êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Li bajarê Trier ê Elmanyayê li ser banga PYD’ê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Rojava, çalakî hate lidarxistin. -
Li Parîsê meşa 'Jin, Jiyan, Azadî'
Bi armanca piştgiriya bi berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kes daketin qadan. -
KCDK-E’yê ji bo Rojava banga çalakiyên bênavber kir
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) diyar kir ku li Sûriyeyê tê xwestin ku hêviya azadiyê ya bi şoreşa Rojava çêbûyî, bê şkandin û li dijî vê yekê banga çalakiyan kir. -
Hakan Taş: Dewletên Rojavayî li Sûriyeyê hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve tên
Parlamenterê berê yê Berlînê Hakan taş diyar kir ku vexwendina Şara ji bo Elmanyayê ji aliyê mafên mirovan ve cihê xemgîniyê ye û anî ziman ku dewletên Rojavayî hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve tên. -
Çalakiya li Strasbourgê bi koma ji Bonnê dewam dike
Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 708'emîn de bi koma ji bajarê Bonn ê Elmanyayê dewam dike. -
'Elmanya di oxira bazariya penaberiyê de rêxistiniyeke kujer rewa dike'
Vexwendina Ahmed Şara ji bo Elmanyayê bû sedema destpêkirina nîqaşeke mezin a siyasî. Parlamenterê Die Linke Ferat Koçak ev vexwendin weke rewşeke sosret bi nav kir û got, di oxira bazariya penaberiyê de rêxistiniyeke kujer tê rewakirin. -
Sezaî Temellî li Berlînê got: Yên ku aşitiyê dixwazin em in, û yên ku mijûl dikin ew in
Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temellî, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna li diyasporayê. Temellî derbarê pêvajoyê de got: “Herkesî got em pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bikin, lê pêvajo dirêj bû.