Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên HTŞ-DAÎŞ’ê yên girêdayî hikûmeta Şamê û piştgiriya dewleta Tirk li ser Rojava bertekên navnetewî berdewam dikin.
Parlamenterê Meclisa Federal a Swîsreyê û endamê Komîsyona Karên Derve Fabian Molina ji ANF’ê re axivî û got ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava ne tenê li dijî Kurdan, li dijî demokrasî, mafên mirovan û hiqûqa navnetewî jî êrîşeke giran e. Molina têkoşîna Kurdan a li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê bi bîr xist û wiha got: “Rojava herêmeke ku di bin zexta şer û otorîteriyê de ye, lê cihê hêviyê ye. Ji bo parastina wê divê bikevin tevgerê.”
‘ÊRÎŞ LI HEMBERÎ DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN E’
Molina bal kişand ser vê yekê ku êrîşên dagirkeriyê bi piştgiriya dewleta Tirk tên meşandin û armanca sereke tunekirina pergala Rojavayê ye û wiha got: “Ev êrîşên ku hikûmeta Sûriyê û di heman demê de Tirkiyê jî piştgirî dide wan, bi temamî nayên qebûlkirin. Ev ne tenê jiyana bi hezaran mirovan, hebûn û karîgeriya herêmeke ku sembola demokrasiyê, mafên bingehîn û mafên kêmneteweyan e jî dixin xetereyê. Ji bo civaka navnetewî hemû, ji hikûmeta Sûriyê û hikûmeta Tirk re daxwaz bike ku rêz li hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî bigire û van êrîşên li dijî Kurdan û kêmneteweyên din rawestîne, pir girîng e. Ji bo çareserkirina van aloziyên siyasî yên li Sûriyê tu sedemek tune ku bi rêya leşkerî were çareserkirin.”
‘JI BO EWROPAYÊ JÎ METIRSÎYEKE MEZIN E’
Parlamenter Molina têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê bi bîr xist û got ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê di heman demê de ji bo Ewropayê jî metirsiyeke mezin in û wiha dewam kir:
“Kurdan cîhan ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Bi hezaran jiyan feda kirin. Di têkoşîna xwe ya li dijî vê barbarîyê de cesareteke mezin nîşan dan. Niha jî em dibînin ku çawa DYA’yê li hember Kurdan xiyanet kir û ev ji aliyê wicdana mirovahiyê ve bi rastî jî nayê qebûlkirin. Êrîşên li ser herêmê û serbestberdana cîhadîyan ji bo dewletên Ewropayê metirsiyeke mezin e. Divê em ji bîr nekin ku bi hezaran cîhadîyên girtî bi eslê xwe welatiyên Ewropayê ne. Ji ber vê yekê îhtîmal heye ku ev cîhadîyên serbest bimînin êrîşên xwe yên li dijî demokrasiya Ewropayê bidomînin.
Her wiha ew ê herêmê bêîstîqrar bikin jî. Serbestberdana van terorîstan ji bo hemû mirovahiyê metirsiyeke mezin e. Ji ber vê yekê girîng e ku Ewropa û hemû civaka navnetewî li hember hikûmetên Tirk û Sûriyê gavekê bavêjin, agirbesteke pêbawer demildest were bicihanîn û vegere li peymana Adara sala borî bê kirin. Piştî wê jî divê zext were kirin ku pêvajoyeke siyasî were destpêkirin.”
‘BI GUHERTINA CILAN CÎHADÎSTÎ JI HOLÊ RANEBE’
Molina bal kişand ser wê yekê ku rewakirina Colanî di qada navnetewî de qet nayê qebûlkirin û wiha got:
“Ji bo Kurdan pirsgirêka sereke ev e. Wan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û ew têk birin. Niha heman terorîst dixwazin bên rewakirin. Cîhadî tenê bi guhertina cilan nabe siyasetmedarekî mezin. Ma em nabînin ku rejîma nû ya li Şamê îro ji bo mafên mirovan, demokrasiyê û îstîqrara herêmê metirsî ye? Girîng e ku em bizanibin em bi kê re diaxivin. Ji ber vê yekê girîng e ku civaka navnetewî zextê bike ji bo rêz li mafên mirovan were girtin, mafên kêmneteweyan li Sûriyê bên parastin; pêvajoyeke siyasî ya ku hemû hêzên cuda, kêmneteweyên etnîkî, olî û siyasî tê de cih bigirin, were teşwîqkirin. Bi vî awayî Sûriye dikare di dawiyê de bibe welatekî di nava aştiyê de.”
‘ROJAVA CIHÊ HÊVIYÊ YE, DIVÊ BIKEVIN TEVGERÊ’
Fabian Molina got “Rojava di herêmeke ku di bin zexta şer û otorîteriyê de ye, lê sembola hêviyê ye” û ji bo êrîşên dagirkeriyê bang li civaka navnetewî kir ku bikeve tevgere:
“Rojava di herêmeke ku di bin zexta şer û otorîteriyê de ye, lê cihê hêviyê ye. Rojava delîla vê yekê ye ku li Rojhilata Navîn parastina kêmneteweyan, parastina mafên jinê û rêveberiya bi pergalekê federalîst û demokratîk gengaz e. Ji ber vê yekê ji bo îstîqrara hemû herêmê jî cihêke girîng e.
Ez bawer im ku hebûna Rojava û wergirtina piştgiriya navnetewî ji bo wê pir jiyanî ye. Ez hêvî dikim ku civaka navnetewî û hikûmetên Ewropayê şiyar bibin û Kurd bi cesaret û hêza xwe têkoşîna xwe ya ji bo parastina Rojava bidomînin.”