Kurdistaniyan ji bo Rojava li herêma Mississauga Square a Torontoyê, bi çalakiya şermezarkirinê piştgiriya xwe ya xurt nîşan dan. Çalakî bi sirûda Kurdistanê dest pê kir û girsêyê ku qadê dagirtibûn bi yek dengî, “Şehîd namirin” û “Kurdistan dê ji barbaran re bibe goristan” dirûşme berzkirin.
Di çalakiya ku jin pêşengî lê dikirin de, coşa zarokan û yekîtiya malbatan bala herkesî kişand. Di nav beşdaran de mêrên ku keziyên porê keçên xwe çêdikirin û piştgiriya nîşan didan, bû sedema kêliyên hestyarî. Di tevahiya çalakiyê de piştgirî dan berxwedana YPG û YPJ’ê, berxwedana li Rojava û Kobanêyê hate silavkirin.
Di axaftinan de hate gotin ku êrîşên li ser Rojava ne tenê yên Tirkiyeyê ne, bi bêdengiya DYA, NY û dewletên Ewropayê mezin dibin û metirsiyeke li dijî mirovahiyê ne. Beşdaran bal kişandin ser hewldanên HTŞ’ê yê ku herêmê dixe nav xwînê û wiha gotin: “Divê HTŞ’ê yê hov bê rawestandin; gelê Kurd li ser axa xwe bi azad bijî.”
Çalakî bi skeçeke kurt a ku pêvajoya parçekirina Kurdistanê vedibêje bi dawî bû. Rêxistinkaran bang li hemû gel kirin ku roja Yekşemê beşdarî meşa mezin a Rojava ya li Torontoyê bibin.