BI DÎMEN

Malbatên Şehîdan li Winterthurê li hev civiyan

Malbatên şehîdan di çalakiya li bajarê Winterthur ê Swîsreyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û bang li gelê Kurd kirin ku di nava yekîtiyê de têbikoşin.

Malbatên şehîdan di çalakiya ku li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate lidarxistin de, li hev civiyan.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Winterthurê Zafer Alturk axivî. Alturk bal kişand ser êrîşên li ser Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku yekîtî pir girîng e. Alturk banga xwedîderketina li mîrateya şehîdan kir.

Berdevkê KOMAW ê Swîsreyê Îhsan Coşkun jî dilsoziya xwe ya bi bîranîna şehîdan re anî ser ziman û diyar kir ku malbatên şehîdan li hemberî geşedanên li Rojavayê berpirsyariyê bigrin. Berdevkê KOMAW ê Winterthurê Şemsettîn Tunç jî şehîdên Kurdistanê bi rêz û minetdarî bi bîr anî û wiha got, “Em ê li ser bingeha mîrateya têkoşînê ya şehîdan, çi dibe bila bibe soza berdewamkirina berxwedanê didin.”

Çalakî bi nirxandinên malbatên şehîdan ên li ser êrîş û komkujiyên li ser Rojava bi dawî bû.