BI DÎMEN

Li 20 bajarê Îtalyayê bi hezaran kes ji bo Rojava çalakiyê lidar xistin

Li paytexta Îtalya Romayê û zêdetirî 20 bajaran, bi hezaran kes êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiyan de bang li parastina nirxên şoreşê, vekirina korîdora mirovî û şermezarkirina bêdengiya navnetewî hate kirin.

Li paytexta Îtalya Roma û zêdetirî 20 bajaran, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

ROMA

Li Piazza Vittorio Emanuele’yê bi bangê Ofîsa Enformasyona Ararat a Kurdistanê, ciwanên Zanîngeha La Sapienza, Rete Kurdistan û Riseup4Rojavayê meş destpê kir. Gelek saziyên sivîl, konfederasyona sendîkaya COBAS û federasyona anarşîst tevlî bûn.

Di dema meşê de bersiv li polîtîkayên dewletên rojavayî û DYA’yê hate dayîn, di axaftinan de bedelên di navbera 2014-2019’an de ji bo şoreşê hatine dayîn hatin bibîrxistin. Di kortejê de posterên mezin ên şehîd Ziyad Heleb, Deniz Çiya, Hevrîn Xelef û Arîn Mîrkan hatin hildan. Girse bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî yekîtiya Kurdan” kolanên Romayê dagirtin.

Li qada mîtîngê nûnerê Ofîsa Enformasyona Ararat a Kurdistanê Yılmaz Orkan, destana qehremaniya Kobanê bi bîr xist û girîngiya parastina Rojava û şoreşa jinê destnîşan kir. Orkan bang li naskirina Rêveberiya Xweser a Rojava û ewlekirina wê û ji bo Kobanê vekirina korîdora mirovî kir.

TORÎNO

Li Torînoyê jî çalakiya piştgiriya Rojava hate lidarxistin. Bi hezar kes li Piazza Vittorio kom bûn û di dema meşê de li ber televîzyona netewî ya sereke RAI rawestiyan, bêdengî û belavkirina agahiyên çewt ên medyayê şermezar kirin. Pankartên ku balê dikişandin ser piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo cîhadîstên bi Colani ve girêdayî yên El Qaîde hate hildan.

Çalakî li ber Palazzo Madama û Meydana Piazza Castello berdewam kir. Beşdaran sembolên YPG û YPJ hildan, bi fişekên hawayî yên kesk, sor û zer ên ku rengên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl teqandin. Li ber avahiya belediyeya Torînoyê çalakî bi dawî bû û çalakvan soza xwe ya beşdarbûna çalakiyên seferberiya giştî ya hefteya pêş de nû kirin. Çalakî bi dansên Kurdî bi dawî bû.

KATANÎA

Li Katanîayê jî Îtalî bi şewitandina wêneyên rêberan hêrsa xwe nîşan dan. Di çalakiyê de gotinên enternasyonalîstê şoreşger Lorenzo Orsetti yê di sala 2019’an de li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya û şehîd bû, “Her bahoz bi dilopeke biçûk dest pê dike” hate bîranîn.

BARÎ

Li Barîyê bi pêşengiya Donne Nero (Jinên Şîn Digirin) çalakî hate lidarxistin û bang li vekirina korîdora mirovî ya lezgîn hate kirin.

PÎSA

Li Pîacenza û Pîsayê jî Îtalî û Kurdên li herêmê dijîn bang li parastina Şoreşa Rojava kirin.

MÎLANO

Li Mîlanoyê pankarta “Bê şert û guman, em ê Rojava biparêzin” hate hildan.

BREŞÎA

Li Breşîayê jî bangên wekhev hatin kirin.

PRATO

Li Pratoyê piştgirî ji bangê “Em agirê berxwedanê pêxin” ê karkerên sendîkaya COBAS ê ku mehan e di grevê de ne hate dayîn.

BOLONYA

Li Bolonyayê, di çarçoveya civîna du rojî ya bi navê “O re o libertà” (An Kral an azadî) ya li dijî bilindbûna rastgiriyê û polîtîkayên zordarî de, beşdaran ragihandin ku ew ê beşdarî “Caravana Gelan” bibin.