183 rêxistin ji 39 welatan "Rojên Çalakiya Kurewî a Parastina Şoreşa Rojava" ragihandin

Torên navnetewî RiseUp4Rojava û Women Defend Rojava li hemberî êrişên leşkerî ên zêde û gefên li ser Rojava ligel 183 sazî û 72 kesan ji 39 welatan navbera 25’ê Rêbendanê û 1’ê Sibata 2026an wekî Rojên Çalakiya Kurewî a Parastina Şoreşa Rojava ragihandin.

Banga çalakiya kurewî daxwazê ji raya giştî ya navneteweyî dike ku ji bo piştgiriya Rojava çalakiyan li dar bixin, di medyayê de bîrûbaweriyekê ava bikin û hikûmetên neteweyî ji ber hevkarîkirina di sûcên şer ên li Rojava de berpirsyar bibînin. Her wiha tê xwestin ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî siyasî û hiqûqî bibe xwedî nasname.

Li Rojava û herêmên derdorê rewşa mirovî di asteke krîtîk de ye. Ji ber dorpêça Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, li Kobanê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 150.000 sivîl ji hewcedariyên bingehîn bêpar mane û asê mane.

Di teksta bangawaziyê de hat diyarkirin ku ji 6’ê Rêbendanê û vir ve herêmên Kurd û Ereban di bin êrîşan de ne û ev êrîş destkeftiyên demokrasiya herêmî û Şoreşa Jinê ya li Rojava dixe bin metirsiyê. Her wiha hat destnîşankirin ku DAÎŞ careke din serî hildaye û Kobanê ji aliyê hêzên cuda ve hatiye dorpêçkirin.

Di çarçoveya Rojên Çalakiya Kurewî de dîrokên girîng wisa ne:

  • 26’ê Rêbendana 2026’an – Roja Çalakiya Kobanê: Hemû hêzên demokratîk, bi taybetî ciwan û jin, dê ji bo parastina Kobanê li dijî terora DAÎŞ’ê çalakiyan bikin.
  • 31’ê Rêbendana 2026’an – Jin Rojava Diparêzin: Ji bo parastina şoreşa jinê, hemû jin û hêzên demokratîk dê dakevin qadan; armanc parastina destkeftiyên jinan ên li Rojava û xurtkirina piştgiriya cîhanî ye.

Di nav kesên ku bangawazî îmze kirine de akademisyen, rojnameger, rahîb, dayik û gelek saziyên civakî yên sivîl hene. Organîzatoran diyar kir ku ji bo pirs û daxwazan mirov dikare bi van kanalan têkiliyê deyne:

RiseUp4Rojava û Women Defend Rojava bangawaziya xwe bi gotina "Parastina Rojava, parastina mirovahiyê ye" bi dawî kirin û bang li her kesî kirin ku tev li piştgiriya kurewî bibin.