BI DÎMEN

Karawana Gelan li Viyanayê ye: ‘Em nikarin bêdeng bimînin’

“Karawana ji bo Parastina Mirovatiyê” (Caravan for the Defence of Humanity) ku ji ciwanên enternasyonalist ên ji çar aliyên cîhanê pêk tê, bi beşdariya zêdetirî 100 kesî gihîşt bajarê Viyana yê Awusturyayê.

Enternasyonalist ji bo piştgiriya gelê herêmê ya li dijî dorpêça çeteyên girêdayî HTŞ û dewleta Tirk, ji çar rêyên cuda ber bi Kobanê ve bi rê ketin. Beşdarên Karawana Gelan ji gelek deverên Ewropayê yên wekî Îtalya, Fransa, Elmanya, Awusturya, Katalonya û Înglandê hatin. Kesên ji Kolombiyayê jî piştî rêyeke dirêj tevli karawanê bûn.

Çalakgerên karawanê yên gihîştin bajarê Viyanayê, li vir daxuyaniyek dan. Daxuyaniya çapemeniyê ya li Heldenplatzê bi beşdariya gel veguherî mîtîngê.

Berdevka Karawana Gelan Gesa Jonasson wiha got: “Îro nûçeya ku îkmalên diçin bajarê Kobanê hatine birîn, gihîşt me. Artêşa Sûriyeyê ya îslamî hemû rêyên diçin bajêr girtine. Di navbera van leşkeran û DAÎŞ’a ku beriya çend salan êrîşî bajêr kiribû de cudahiyeke mezin nîn e. Çawa dibe ku ev bajarê ku bûye sembola berxwedana li dijî DAÎŞ’ê û niştecihên wê di vê rewşa giran de bi tenê werin hiştin?”

Lalo Londono yê Kolombiyayî jî bal kişand ser zehmetiyên şer û wiha got: “Em Kolombiyayî dizanin ku jiyana di nav şer de tê çi wateyê. Welatê me jî wêran bû. Lêbelê jinên xurt ên li Reqayê ku min di sala 2025an de di dema gera xwe ya li herêmê de nas kirin, bi wêrekî û berxwedana xwe ya li dijî DAÎŞ’ê ez pir bandor kirim.”

Londono her wiha anî ziman: “Şara yê ku xwe wekî hikûmeta demkî îlan kiriye, ji dema hatiye ser desthilatdariyê ve, li Sûriyeyê li dijî kêmneteweyên cuda komkujî hatin kirin.”

Zozan Kısa ya ku tevli karawanê bûye, wiha axivî: “Xweseriya demokratîk; demokrasiya rasterast, azadiya jinê û jiyana bi hev re ya di nav aştiyê de ya gelên wekî Druzî, Kurd, Asûrî û gelekên din diparêze. Gava ku ev mirov wekî li Kobanê bi karesateke mirovî re rû bi rû ne, em nikarin bêdeng bimînin.”

Karawana Gelan plan dike ku ji Viyanayê şûnde, di ser Sirbîstan, Yewnanîstan û Tirkiyeyê re ber bi sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ve rêwîtiya xwe bidomîne.