NÛ BÛ

Li seranserê Elmanyayê bi sed hezaran kes ji bo piştevaniya Rojava li qadan in

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ku li gelek bajarên Elmanyayê daketin qadan, êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk yên li ser Rojava şermezarkirin û gelên li ber xwe didin û şervanan silav kirin.

Li bajarên cuda yên Elmanyayê, êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi mîtîng û meşên girseyî hatin protestokirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanya, zêdetirî sed hezar Kurd û alîgirên wan li dijî êrîş û gefên qirkirinê yên li ser Rojava meş û mîtîngek li dar xistin. Çalakî ji aliyê NRW FED-MED ve hate organîzekirin û bi meşek mezin ji navendên bajêr dest pê kir.

Sed hezar Kurd bi yek dengî ji bo Kobanê û hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê qiriyan. Kurdan bi pankart û dirûşmeyan dengê xwe bilind kirin û ji bo Rojavayê Kurdistanê statu xwestin.

Di seat 15:30’an de meşa gelê Kurd dest pê kir. Gel ji tevahiya rêya ku pirên li ser Çemê Ren meşiyan. Çalakvanan dirûşemyên “Bîjî Kurdistan”, “Yek e yek e Kurd yek in” û “Bîjî berxwedana Rojava” berzkirin.

Piştî meşa bi saetan, girseyê gihîşt qada Dutzer Werft û ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz girtin. Di rêzgirtinê de sirûda neteweyî Ey Reqîp hate xwendin.

Di mitîngê de li ser navê YJK-E’yê Ayten Kaplan axivî û bal kişand ser girîngiya şoreşa jinê ya li Rojava. Hevserokê KCKD-E’yê Engîn Sever jî diyar kir ku gelê Kurd li dora destkeftiyên Rojava kom bûne.

Fermandar YPJ’ê Nesrîn Ebdullah jî bi rêya telefonê ji Kobanê tevlî bû. Ebdullah berxwedana li Kobanê û têkoşîna gel a li çar parçeyên Kurdistanê silav kir û ji bo parastina destkeftiyan îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir.

Cîgira Serokê Partiya Kesk a NRW Berîvan Aymaz berxwedana Rojava silav kir û diyar kir ku ji bo parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dê têkoşîneke siyasî û dîplomatîk bê dayîn. Nûnerên SPD, Die Linke, Tevgera Nûjen ya Kurdistan, Yekîtiya Demokrat a Kurdên Sûrî, Al Partî, CÎK, Civaka Durzî û PJAK’ê jî peyamên piştgiriyê bi mîtîngê re parve kirin.

Beşdaran di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên “Kurd yek in” û “Bîjî Berxwedana Rojava” berzkirin.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanya, ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li Rojava, mîtîngek girseyî hate lidarxistin. Çalakî di saet 14:00’an de li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Kielê (HBF) hat lidarxistin, gelek Kurdên li bajêr dijîn û kesên ku hevgirtinê nîşan didin, beşdar bûn.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê li her çar parçeyên Kurdistanê bûne yek.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku yek ji sedemên herî girîng ên êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan bêdengiya hêzên koalîsyona navneteweyî ye. Hat diyarkirin ku ev bêdengî hîna jî berdewam dike û banga lezgîn li civaka navneteweyî, bi taybetî dewletên Ewropî, hate kirin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Di mitîngê de bi taybet îşaret bi krîza mirovî ya li Kobanê tê jiyankirin, hate kirin. Axaftvanan destnîşankirin ku zarok êdî ji sarma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Her wiha hate diyarkirin ku ji bo ku tavile alîkariya mirovî li herêmê bê kirin, divê korîdora alîkariya mirovî were vekirin.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê jî, bi hezaran Kurd û dostên wan ji bo nîşandana piştevaniya xwe bi Rojava re daketin kolanan. Meş li Schlossm dest pê kir û heta Altefeuerwache berdewam kir. Beşdaran dirûşmeyên ku piştgiriya xwe ji bo Efrîn, Kobanî û Rojava tekez kirin, berzkirin.

Girse dema ku gihîşt Altefeuerwache, deqeyek rêz girtin. Piştre mîtîngek hate lidarxistin û axaftin hatin kirin. Beşdaran berxwedana Rojava silav kirin û peyamên piştevaniyê dan. Di tevahiya mîtîngê de, dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Kobanê" hatin berzkirin.

KASEL

Li bajarê Mainz ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd û piştgiriya Yekîtiya Komaleyan a Rhein Main û dostên Elman, mitîngek hate lidarxistin. Nêzî sê hezar kes tevlî mitîngê bûn.

Di tevahiya mitîngê de banga xwedîderktetina li gelê Kurd hate kirin. Beşdaran diyar kirin ku berxwedana Rojava û çar parçeyên Kurdistanê ne bi tenê ye û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku alîkarî bidin gelê Kurd.

Çalakî bi dirûşme û peyamên yekîtiyê bi dawî bû.

MUNIH

Li bajarê Munih ê Elmanyayê jî bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê meşekî girseyî hate lidarxistin. Saziyên Elewî, rêxistinên çep ên Tirkiyeyê, Pariya Çep (Die Linke), MLPD û gelek saziyên enternasyonalîst tevlî meşê bûn. Meş li Qada Theresienwiese destpê kir.

Beşdaran di dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî QSD”, “Bijî YPJ” heta Qada Harmonia meşiyan.

Li Qada Harmonia jî mitîngek hate lidarxistin. Nûnerên saziyan banga xwedî derketina li Rojava kirin.

Çalakî bi dirûşme û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.

LUBECK

Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê jî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bi meşekî girseyî hate protestokirin. Gelê Kurd û dostên wan ku di saet 19:00’an de li pêşiya  Lindenplatz (Am Bahnhof) li hev civiyan, bertek nîşanî êrîşan dan. 

HANNOVER

Li Opernplatz a Hannover a Elmanya ji bo piştgiriya bi Rojava re meşek girseyî hate lidarxistin. Zêdetirî 15,000 kes beşdarî çalakiyê bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin.

FDi çalakiyê de FED-DEM, ji DEM Partiyê Feleknas Uca, Rêxistina Sîwanê ya Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Rote Hilfe, û Hilke Hochheiden, Seroka Eyaleta Saksonyaya Jêrîn a Partiya Çep (Die Linke) axaftin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rojava modelek e ku gel bi hev re wekhev û azad dijîn û ev destketî têne hedefgirtin. Hate gotin ku parastina Şoreşa Rojava ku li ser bingeha rizgariya jinan pêş ket, berpirsiyariya hevpar a hemû hêzên demokratîk e.

Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên Kurdî hatin gotin. Beşdaran qad tijî kirin û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Jin, jiyan, azadî" û "Rojava ne bi tenê ye" berz kirin.

Organîzatoran diyar kirin ku heta ku êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û ragihandin ku xwepêşandana din dê roja Yekşemê (25’ê Çileyê) saet 15:00’an li ber Îstasyona Trenê ya Navendî were lidarxistin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî, dostên wan û enternasyonalîst ji bo protestokirina êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser Rojava daketin kolanan. Girseya ku di 24’ê Çileyê de saet 15:00’an de li Kurfurstendammê kom bû, bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Bi hezaran kes beşdarî meşa ku ji hêla Nav-Berlîn, Konseya Jinan a Destdan, Feda Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra-Star Berlîn, Civaka Îslamî ya Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava û Konseya Jinan a Êzîdî ya Berlînê hat lidarxistin bûn. Girseya ku li ber Dêra Bîranîna Kaiser Wilhelm kom bû, bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e" û “Terorîst Colanî” meşiya. 

Beşdaran daxwaza bidawîanîna êrîşên li ser Rojava kirin, 

HAMBURG

Li Hamburg a Elmanyayê, ji bo protestokirina komkujiyên sivîlan li Rojava ji aliyê çeteyên HTŞ’î ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin û silavkirina şoreşa Rojhilat meşek girseyî hate lidarxistin. Meş li Hauptbahnhofa Hamburgê dest pê kir.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, bi qasî deh hezar kesan dest bi meşê kirin. Parlamentera Partiya Çep a Parlamentoya Federal Cansû Ozdemîr di destpêkê de axivî û Rojava wekî xeta sor a gelê Kurd bi nav kir û got, "Axa Rojava axa mirovahî û şaristaniyê ye. Mirovahî li vir jiyan dît. Ew dixwazin bi van êrîşan mirovahiyê û hêviyê biqedînin. Ew ê tu carî bi ser nekevin. Piştgiriya vê têkoşînê li her deverê ku em lê bin tê wateya piştgiriya mirovahiyê."

Kurdistaniyên li Hamburgê dijîn bi meş û mîtîngên rojane piştgiriya xwe ya bênavber ji bo Rojava didomînin.

BREMEN

Li Bremenê bi beşdariya deh hezaran kesan li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin. Girseya ku li ber Îstasyona Trenê ya Bremen (HBF) kom bû, beşdarîyek xurt ji dostên enternasyonalîst û sazî û rêxistinên Kurd dît.

Di xwepêşandanê de êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Nûnerên saziyên enternasyonalîst, Konseya Jinan a Seve û saziyên Kurd li hember êrîşan axivîn û banga hevgirtina navneteweyî kirin.

Meş li ber Parlamentoya Bremen bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

FREIBURG

Li Freiburgê bi beşdariya deh hezaran kesan meşek hate lidarxistin. Meşa ku gelê Kurdistanê û dostên wan beşdar bûn, peyamên xurt li dijî şerê li Rojava ragihand.

Meşa ku bi qasî du saetan dom kir, bi dirûşmeyên ku ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin berzkirin bi dawî bû. 

KARLSRUHE

Li Marktplatzê yê Karlsruhe bi beşdariya bi sedan kesan  ji bo piştgiriya Rojava meş hate lidarxistin. Beşdarên ji bajarên cûda bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û peyamên hevgirtinê şandin.

Di meşê de, dirûşme hatin berzkirin, pankart û dowîzên ku banga hevgirtinê ji bo gelê Rojava dikirin hatin hilgirtin. Gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî çalakiyê bûn.

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckenê, di çarçoveya 47emîn Festîvala Fîlman a Max Ophuls de, Kurdistanî li ber avahiya E-Werk nobed girtin. Nêzîkî 70 kesên ku piraniya wan jin bûn, bi al û pankartên Rojava bal kişandin ser rewşa Rojava.

ERFURT

Bi hezaran Kurd û dostên wan li Erfurtêa kom bûn, êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin protesto kirin.

Bi hezaran kes li stasyona trênê ya navendî ya Erfurtê kom bûn û ber bi Domplatzê ve meşiyan. Piştî axaftinan, girseyê timî dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana YPG-YPJ" berz kirin, dema ku gihîştin Domplatzê bi aramî belav bûn.

OLDENBURG

LEIPZIG

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşênçeteyên HTŞ û milîsên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin, kolanên Leipzisê tijî kirin.

Bi hezaran kes ji bo êrîşên li ser Rojava protesto bikin li Parka Rabet a Leipzigê kom bûn. Di xwepêşandanê de alên YPG-YPJ û Kurdistanê, her wiha pankartên ku komkujiyên HTŞ nîşan didan hatin hildan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurd û şoreşger dest pê kir.

Di meşê de, dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana YPG-YPJ" hatin berzkirin. Di axaftinan de hate gotin ku HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Rojava li dijî gelê Kurd hewl didin qirkirinê bikin û gelê Kurd li hember vê qirkirinê li ber xwe dide. 

Piştî axaftinan, bi hezaran kes ji Parka Rabet ber bi Qada Augustusplatz ve meşiyan. Meş bi aramî bi dawî bû.

MUNÎH

Li Munîhê, Kurdistanî û dostên wan mîtîng û meşên xwe yên rojane li dijî êrîşên li ser Rojava berdewam kirin. Îro, saet 16.00’an de bi hezaran kes li Qada Gartnerplatz kom bûn û ber bi navenda bajêr ve meşiyan, bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî YPG-YPJ" meşiyan. Nêzîkî 5,000 kes beşdarî çalakiyê bûn, alên YPG û YPJ’ê hilgirtin.

Piştî meşê, girse li Qada Lenbachplatz kom bû, li wir axaftinên cûrbecûr hatin kirin. Di dema xwepêşandanê de, jinan porê hevdu hunandin 

"Karavana Gel" a duyemîn, ku ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava re ji Ewropayê hatiye avakirin, îro gihîşt Munîhê. Karwana ku ji Leipzigê dest pê kir, ji aliyê Kurdistanî û enternasyonalîstan ve hat pêşwazîkirin. Çalakvanan peyama "Em bi karwanê ji bo mirovahiyê ber bi Rojava ve dimeşin" ragihandin û bang li raya giştî kirin ku hevgirtinê nîşan bidin. Armanca karavanê ew e ku ji Munîhê bigihîje Viyanayê û ji wir jî bigihêje Rojava.