Di pêşnûmeya ku ji aliyê Monica Schlotthauer a ji Izquierda Socialista û Parlamenterê PTS'ê Christian Castillo ve hat pêşkêşkirin, hat destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava, Heleb, Reqa û herêmên din ên Sûriyeyê sûcên eşkere ne.
Di pêşnûmeyê de hat diyar kirin ku gelê Kurd careke din bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû ye û hat destnîşankirin ku êrîş bi piştgiriya Tirkiyeyê û bi hevkariya hêzên emperyalîst têne kirin.
Parlamenterê PTS’ê Christian Castillo peyamek bi dîmen weşand û banga hevgirtinê bi gelê Kurd re kir û diyar kir ku ew bi vê çalakiya xwe bersiva banga "Bêdengiyê Bişkînin" a ji Rojava hat kirin, didin.
Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku operasyonên leşkerî yên li Helebê tavilê werin rawestandin, mafên demokratîk ên hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bê şert û merc werin naskirin û mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurd were qebûlkirin. Di heman demê de bang li derdorên siyasî û dîplomatîk ên li Emerîkaya Latîn hat kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava zexta navneteweyî ava bikin.