BI DÎMEN

Li Hollanda û Belçîkayê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan

Kurdistanî û dostên wan di çalakiyên li Amsterdam, Eupen û Anversê de êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Li bajarên Eupen û Anvers ên Belçîkayê û bajarê Amsterdam ê Hollandayê êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi pêşengiya DemNed û Meclîsa Gel a Kurd a Amsterdamê, bi deh hezaran kes daketin qadan. Beşdarên ji çar parçeyên Kurdistanê, Elewî, Durzî û piştgirên navneteweyî bi dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Rojava” piştevanî hate nîşandan.

Girseya ku li Liedsepleinê li hev kom bûn, ber bi Qada Damê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Yekitiya Gelê Kurd”, “Terorîst Colanî ji Rojava Bicehime”, “Colaniyê kujerê jinan” Colaniyê kujerê zarokan”, “Ewropa fînansê dike Colanî bombe dike”, “Terorîst Erdogan” û “Qirkirinê rawestînin” hatin berzkirin.

Piştî ku meş li Qada Damê bi dawî bû, nûnerên Kongra Star, Rojhilat, Rojava, Elewiyên Sûrî û Durzî axivîn. Di axaftinan de îşaret bi girîngiya piştevaniyê hate kirin. Her wiha bang li dewletên Ewropayê hate kirin ku li dijî komkujiyan bêdeng nemînin.

Çalakî bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

EUPEN

Li bajarê Eupen ê Belçîkayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê li ser Rojava bi çalakiyeke hate protestokirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Meşa ku ji Rathausê destpê kir, heta Werthplatzê dewam kir. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên, “Jin, Jiyan Azadî”, “Rojava” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Çalakî piştî daxwaza bidawîkirina êrîşan bi dawî bû.

ANVERS

Li bajarê Anvers ê Belçîkayê, saziyên jinên Kurd û rêxistinên jinan ên dost êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi êrîşên li Rojava û parastina destkeftiyan hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku şoreşa jinan ji bo hemû cîhanê hêvi ye.

Meş bi dirûşmeyên piştevaniya Rojava bi dawî bû.