BI DÎMEN

Li Helsînkî ji bo Rojava û Rojhilat çalakî hate lidar xistin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, Kurd û dostên wan ji bo piştgiriya berxwedana Rojhilat û Rojava li hev kom bûn. Di çalakiya li Qada Narinkkatori de, li dijî dagirkeran dirûşm hatin berzkirin û ji saziyên navneteweyî hat xwestin ku gelê Kurd biparêzin.

Çalakiya ku di destpêkê de ji bo piştgiriya serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê hatibû plankirin, ji ber pêşketinên dawî veguherî çalakiya piştgiriya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê. Gelek Kurdistanî li Qada Narinkkatori ya li navenda bajêr kom bûn û piştgirî dan berxwedana li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê.

Di çalakiya ku nêzîkî du saetan dewam kir de, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin û li dijî hêzên dagirker û çeteyên girêdayî wan dirûşmeyên berxwedanê hatin berzkirin. Her wiha ji sazî û hêzên navneteweyî hat xwestin ku gelê Kurd biparêzin.

Çalakî ji aliyê gelek rêxistinên olî û civakî yên Kurdistanî û dostên ve hate organîzekirin.